şew leber fîkir û xeyałî zułfî xaw, xawe diłim

çwarîne
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 2 minutes  1228 views
şew leber fîkir û xeyałî zułfî xaw, xawe diłim
řoj beyadî řûy bere û řoj, mat û damawe diłim
wa ledest derdî cudayî her be naw mawe diłim
ger xuda çarim neka, me’lûme fewtawe diłim
kasî ke’sî çawî çaw bêçuwe ẍezałî xutenim
serbeser ser piř le esrarî heway ewsîm tenim
çunke bîmarî xedengî lêw ’eqîqî yemenim
fermû binwaře henawim, piř le xwênawe diłim
hênde meşhûr bû le dunya ḧusin adab û ḧeyat
bê mulaqat û dwandin serbexom bûm mebtelat
gerçî xo nemçêştuwe lem satewe şehdî wefat
hatim û řoyîm lelatan wa be cêmawe diłim
ta neçêjim lezetî şehdî wîsałit bê xeter
zor be dûrî tê degem, nexlî muradim bête ber
ey seba ’erzî bike paş şerḧî ḧałim serbeser
derbeder kirdirawe yaxo her lelay mawe diłim
terkî kuncî medresem kird takû gencim destikewê
kewtime dway telîsmî kenzî şîrîn xusrewê
kes nîye bêtin be feryadim biłê çit dewê
sa xuda haware haware, ke gîrawe diłim
gerdenim keçkird le pêş şimşêrî ebroy pêy gutim
sehûy min cellad û xwên řêjînim le dunya min bitim
qîble û mîḧrabe muxlîsPen name herdû ebro û řûmetim
waye nemzanî ke wa, bo secde westawe diłim