yar ke taze pêgeyştuwe çî hebê nayda belaş

daş bedaş
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  793 views
yar ke taze pêgeyştuwe çî hebê nayda belaş
hênd řeqe hîçî ledest hełnawerê ḧetta bełaş
bê beha çûm bo qełay lutfî leber řeşbûnî dił
pêy witim kê deka? serfî qeła ka bo qełaş
genmî wesłî řût bese, coy fîraq têkeł meke
pêy witim: bê taqetî, wa řîşeket bûyte mizaş
min be tenya ẍem dexom, ẍem goşt û xwênî min dexwa
boye yek yek dendekanim, bûyne şeqłey bê heraş
dił leser dar dameyî ’îşqit lewesłî ew swar
ewînî lo nayê keçî naşka legełma daş be daş
têkçuwe mêşkî serim, aletî tekfîrim nema
hîç xeyałî wirdî lê nayête xwar wek kone aş
wek řeqîb zanî ke yar dey yiwê legeł yek kobbîn
aletî tefkîr û kîzbî xiste kar herwek řeşaş
dił wiłaẍî îştyaqî tund buwe germey deka
ser řeqe herçend dekem, deřwate pêş, nayête paş
emtî’ey şî’rî heye muxlîsPen name leser terzêkî kon
emřo ta mode hebê, kes naykiřê kone qumaş