her diłêk ’aşiq nebîtin, ba nełêtin min diłim

taqî homayon
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 2 minutes  946 views
her diłêk ’aşiq nebîtin, ba nełêtin min diłim
bulbulê yarî nebê guł, çon dełê min bulbulim
we’debê lêwî pyałey mey leser lêw da’enêm
ta belêwî piřtebessum, nem dwênîtin gułim
herkesêkî hate jêr taqî humayonî ’îşq
lafî şahî nabî lêdatin biłêtin min zilim
kaselêsî sifreyî îḧsanî ew ban û derem
mumkînim nabî biřom lew qapîye çaw piř zilim
nefsekem dawênî girtûm bîkeme qurbanî yar
herdebî way lê bikem obałî nayxeme milim
nabî řûnakî bidatin exterî îqbalî min
ta qerînî tal’ û bextêkî wareş wek qelim
musteḧîle dił le ẍem xałî bibî, řojî ezel
têkî hełşêlawe sanî’ ẍem legeł xak û giłim
bo beparêz dête lam xo derdî min sarî nîye
her leber te’sîrî ’îşqe wa kesad û dił kulim
feḧsî tû bo min tebîb sûdî nîye çunkî emin
sîne sûtawî xeyałî xałekey wek filfilim
ger neşîdî wesfî ḧusnî tû emin telḧîn ekem
kes nîye yanî le baẍî ’aşiqî her xom melim
ayeyî îbtalî sîḧirim bo bixiwêne muxlîsaPen name
lam weye dest lêweşawî saḧîranî babilim