dulberim dît le çeman mest û xeraman degeřa

sen’anî
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  1082 views
dulberim dît le çeman mest û xeraman degeřa
camî mey pêbû le dû meclîsî řendan degeřa
dîde şew her wekû derya duř û mercanî řijand
boye dulber wekû ẍewas le kenaran degeřa
siłî winbûm ke geřam ta ser û suraẍî bikem
le byabanî xetan dît le ẍezalan degeřa
ewî zahîd bû dwênê ke nwařîm be dizî
’îşqî dunyay leserî dabû peřêşan degeřa
’eqił û dîn menzerî ’aşiq nîye muxlîsPen name kem û zor
seyrî sen’anî be zunnarewe ḧeyran degeřa