seydê çengala serê zulfa şeha şehbazim ez

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1048 views
seydê çengala serê zulfa şeha şehbazim ez
mestê cama ’işweya şehnazê nazk nazim ez
remz û i’cazê dixûban bê ’ibaret mediḧ dikem
murişdê kamil ezim îrohe saḧb řazim ez
beyzeya ez tê ’ebes bû aşyana min qefes
ger çi dil tê piř hewes bû bê peř û perwazim ez
vê ḧeyata ḧîretê çibkem beqa nîne ji bo
lew şehîdê ẍemzeya wê dilbera tennazim ez
derdemendek min divêtin hemnefes bit xanîyaPen name
ger me hemdestek hebîtin sazê xweş awazim ez