dîsan dilê şeyda ji nû bê ixtyar perwaz kir

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1567 views
dîsan dilê şeyda ji nû, bê ixtyar perwaz kir
seydek dîye û berdaye dû, meyl û fiřa şehbaz kir
meyla wî meḧza ḧikmete, seyda wî ’enqa sîrete
teyrê wî bala himmete, lewra teleb evraz kir
’enqa bi dest kes nakevit, damek divê ew da kevit
nabit ku ẍafil řakevit, ê qesdê seyda baz kir
seyyadîya min bû ’ebes, da’im li min teng bû qefes
raḧet nebûm ez yek nefes, min lew bi efẍan saz kir
saz û semaya suḧbetê, govend û çerxa de’wetê
fikirîme şekil û qametê, bîr têye min bi awaz kir
şeklê mecazî çendeke, seyda ḧeqîqî werdeke
teyẍûnê qeyda lê veke, beḧrî me ber endaz kir
nêçîr di bê teyẍûn bitin, çendek li pêşber xûn bitin
şunqar ne dê mecnûn bitin, eskof ji çavan baz kir
şunqare çav teyẍûne dil, berdane dû çavêt bi kil
xanîPen name ewan gêřa xecil, lewra mecaz aẍaz kir