ey dilê qelb nahejî yek serê mû ji tayê zulf

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  574 views
ey dilê qelb nahejî yek serê mû ji tayê zulf
ger ne hejî tu pêlekê şubhetî min li bayê zulf
xûn û dil û ceger dixûn nafe firoş her seḧer
badê seba ku têk bidet sunbulê mişkisayê zulf
ẍunce’ê teng ḧewsele dil ji rikan bikir dibit
subḧegehan seh diket lexlexe’ê hewayê zulf
meşqê diken di mekteban řûyê nigarê ḧusnê xet
hinde hezarê tiflê dil hatne ber melayê zulf
’aşiqê bê ceger meger sebrê ji can û dil diket
man’ê genc meqsede heybetê ejdehayê zulf
talbê nûrê ẍeybim ez mame di qeyd û zulmete
hîvî xuda û himmete ḧazrê ewlyayê zulf
beḧrê cemalê yar eger keştyê tê sebrê bikit
destê min û te’elluqa damenê ba xudayê zulf
tal’ û bext ger me dî dewletê sermedî me dî
dil ku xwe daye ber siha çenk û peřê hewayê zulf
xanîPen nameyê jar û bê newa lê dicvin wiha sitem
lew diřevî ji dergeha şêr û şeha newayê zulf