ji derdê ’işqê bedḧalim ’eceb berbûye min narek

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1486 views
ji derdê ’işqê bedḧalim, ’eceb berbûye min narek
were cana bibîn ḧalim, ne min dil ma ne dildarek
ne dildar û ne min dil man, ne al’al û ne sorgul man
ne reyḧan û ne sunbul man, di dil da min xelî xarek
di dil da min xelî peykan, were ser min bike iḧsan
li gorahî reqîbî man, bibîn xweş bû birîndarek
vede destan ḧebîba min, bike derman tebîba min
bike derman birîna min bi dest û tillê mubarek
birîndaran birîn xweş bûn, reqîban herdu řûřeş bûn
di baẍê ḧusnê gul geş bûn nekêşt bulbul azarek
seḧer bulbul bi haware, di dil da ew birîndare
kul û nalîn ji bo ’are, ne gul mane ne gulnarek
nekêşt bulbul azarê, li reẍma muḧbeta xarê
li fesla mahê azarê, nemînit qet li dil barek
li dil barê ẍeman bare, ne nîsane ne azare
heřo xanîPen name bi haware, di destî maye guftarek