serwa me bi zerzeng û hezar ’işwe û meş hat

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 1 minutes  1338 views
serwa me bi zerzeng û hezar ’işwe û meş hat
’aşiq kirin eḧya li reqîban ku nexweş hat
sunbul kemlandin gul û lale xemlandin
reyḧan şetlandin li ruxan taze binefiş hat
ten derve nebû qet nedda bextî guşadek
řû da me şukir ke’be’ê tal’ ku dû şeş hat
tîpê di fiřengan bi ẍilû hatne romê
şukirane nîhane ji ’ereb hem ji ḧebeş hat
řeştozê xwe nûbare me ger goşe dixiwazin
tîra goşe’ê da te hedef girt û bi keş hat
yan hat û bi nîva dilî ket qet ne dwesta
lewra ku ji ber qewsê me dî zêde bi weş hat
xanîPen name bese bê ’arî çiřa zêde’ê salan
îsale ji xwe tal’ û bextê ne bi řeş hat