neqqaşê ezel řoja serlewḧeyê řengîn da

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Xanî
By:
Ahmad Khani (1650-1707)
 2 minutes  978 views
neqqaşê ezel řoja serlewḧeyê řengîn da
pergar ji destan bû sersefḧe ku tezîyn da
tezhîb û zerefşan kir serlewḧê kîtaba ’işq
resma ezelî kêşa neqşê xwe nû ayîn da
dîbaçe ku înşa kir fihreste ku imla kir
cildek ji ’enasir best nefxek bi sufalîn da
etfal û melek hatin westane dibistanê
la ’ilim linaArabic gotin «ebced» bi xwe telqîn da
wan sade ruxan meşqê ’işqê ku temenna kir
xettatê ji ḧusnê xet sermeşqekî zerrîn da
ez çûme derê dêrê min dît ku ruḧ alilhArabic
tekirarî musewwer bû ḧetta di nihalîn da
wan cumle «ena aliḧqArabic» got min waḧdê mutleq got
saqî bi xwe ez girtim camek meyê noşîn da
min noşî û serxiweş bûm fî alḧalArabic mişewweş bûm
ez çar û neh û şeş bûm min tekye bi balîn da
herçî ku me ber pê kir hindî me nezer lê kir
min seyr li êkî kir lewra me dil û dîn da
min dî hemî yek pertew sarî di mezahir da
mumkin hemî jê piř bûn emma ne di temkîn da
ew bû ku zuleyxayê ê dîtî di yûsif da
mecnûnî di leyla’ê ferhadî di şêrîn da
cana ji cemala te ez dê ku bibim sabir
şeyxan û ulu’ezman canê xwe di kabîn da
misbaḧê ebed min dî îrohe di findê da
genca ezelî merkûz min dî di gil û tîn da
me’zûre eger sûfî bit munkirê meḧbûban
ger tê ku tesewur kit sirra ku di dûrbîn da
ma secde tenê min bir ber sûretê meḧbûban
iblîsî nebir secde lew maye di nefrîn da
şahd bî tu ey zahd meḧbûb perestim ez
bê şahd û mey nabim şeyxê me ev ayîn da
canî ji te ey xanîPen name canan ku bixiwazîtin
ha nuqte li ber danî fî alḧalArabic di mizgîn da