dwayî

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  664 views

babetêkîtir ke bo honer, we ya nûser pêwîste eweye ke bizanê çon dest be berhemekey eka? çon eçête nawyewe? çon lêy ebêtewe?

ebê bo ewe ke şitekey le diłî gwêgir, we ya xwênera cêgay xoy bigrê, hemû dem be şitî cwanî lebar bo ew şwêne dest pêbka; wate be corêk bê ke dił řûy têy bika, diłî ew gwêgir, we ya xwêner bigeşêtewe, newek xem řûy têyka, eger babet babetî matemîy nebû.

çaktir dest pêkirdin eweye pêş ewe biçête cergey basekewe îşareyek bika be babetî naweřokî şitekey, ke beme le belaẍey ’erebîda ełên «bira’ة alastihlal».

em řisteye le ’erebîda lewe wergîrawe, ke minał sereta peyda ebê dengêkî lêwe dêt, ew denge nîşaney eweye ke ew minałe gyanî têda heye. zanayanî belaẍe lewewe weryan girtuwe û gwastûyanetewe bo ew çemke, ke seretay dest pêkirdineke şitêkî têda bê îşare bika be naweřokî babeteke.