hełweşandinewe

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  826 views

yekêkî tir le hunerî cwankarî «hełweşandinewe»ye. em çemke le belaẍey ’erebîda be «ḧilّ» guzariştî lê edrêtewe.

em hełweşandineweye pêçewaney girdkirdneweye; wate honraw bikirê be pexşan. bełam emeş katê cwan ebê ke şêwe û dařiştinî pexşaneke le hî honraweke behêztir bê. wêney emeş wekû «qani’» ełê:

«min û to pêkewe ba aşna bîn»
«wekû perwane û şu’ley çira bîn»

edîbêk em honrawey le şêwey pexşana derbiřîwe û ełê:

«çon pepûle - wêney gerdaney mirwarî dewr mil - esûřêtewe be dewrî çirada, tuxwa ba min û toyş bew core bîn; min pêm xoşe perwane bim, toyş pêt xoş bê ba çiray min bît!.».