tîl nîşan

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  1621 views

yekêkî tir le hunerî cwankarî wişeyî «tîl nîşan»e. bo em çemke zimanî belaẍeyî ’erebî «tilmîḧ»y bo danawe.

«tîl nîşan» eweye ke ew honere le honrawekeya be tîlî çaw dest bo karesat, we ya dastan, we ya pendêkî pêşînanî ew zimane dirêj bika.

bo dastan û karesateke wekû «melay cebarî» lem wêneyeda ełê:

«xem çeşmey ḧeyat kes ne noşa kird»
«çen kes çun yusif xerîkî ça kird»

îşareye be dastanî awî ḧeyat ke herkes bîxwatewe namrê.

em kanyaweş le řojaway qełemřewî ser demî eskenderî meqdûnîda bû, yekêk lew kesane ke wîstûye bîxwatewe eskender buwe û boyşî řêk nekewtuwe.

herweha hêmaye be karesatî yusif, ke birakanî xistyane çałekewe û paşan le layen karwanêkewe derhênra û biraye mîsir, le paş maweyek lewêda bû be ’ezîzî mîsir.

we ya «ḧerîq» ełê:

«bulbulêkî xuşnewa bûm bo neway dewrî gułit»
«kê wekû «hud hud» ḧikayatî sebay gêřayewe?!.»

îşareye be dastanî pepûsłêmane û suleymanî pêẍember; ke pepûsłêmane çû bo şarî «seba», bełkîsî dozyewe û xeberekey hênayewe bo suleyman pêẍember.

we ya bo pendî pêşînan, we ya dastan «şêx řeza» ełê:

«gelêkim kird legełta ey hetîwey nêrekere»
«cezakem wa dyare wek marekey şêx omere!»

eme hem bo pendekeş dest eda, hem bo dastanekeş. ke:

marêk le tirsî dujmin hełat û toşî şêx umer bû, witî dałdem bide, lepaş gelê keyn û beyn le beynyana, şêx umer marekey lenaw sikî xoya şardewe. paş ewe ke dujmineke řoyşit û mareke tirsî nema, be şêx umerî wit: êste be cergitewe bidem, ya be diłtewe!.

we bo pendî pêşînanî «řût»yiş wekû «pîremêrd» ełê:

«pêm ełên: řîst wek xurî xawe»
«kwêr heta demrê be temay çawe»
«yekê ełê: «řîsekey bû be xurî».
«yekê ełê: «kwêr heta emrê her be temay çawe!».