serwadar

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  2860 views

«serwadar» le guzariştî zimanî ’erebîda be «sici’» nawbirawe. «serwa»ş heye ke le şêwey ’erebîda be «qafye» nawî derkirduwe. be pêwîstî nazanim şerḧî em çwar wişeye lêreda, ke emane be çi cor û le çi řûyekewe kirawin benaw bo ew çemkane?. her ewendeye ełêm «serwadar» «sici’» û «serwa» «qafye».

em serwadarîye, wate awazekey, geşeyekî nefsîy eda be gwêgir, be corêk eydatê û boy eşnêtewe le waneyh xoy lebîr biçêtewe!.

dyare em serwadarîye le axrî ew řistanewe ebê ke pexşaneke dirust eken. em hunerî serwadarîye hî pexşane, wekû «serwa» hî honrawe.

ebê çend şitêk lem serwadareda bêtedî. ebê wişekanyan nerim û nyan û nask bin, ebê ew řistane řûbeřûy yek bwestin û axrekanyan le pîte dengidar û bêdengekana yek awazeyan hebê, ebê be corê bin, ke le pêşa guzare amade kirabê û paşan xirabne qałbî wişekanewe, ebê ew řistane ke serwadaryekeyan dirustikirduwe aşnayetyan pêkewe hebêt, nabê leyekda bipçiřên.

hemû leber emaneye boye «serwadar» kewtote naw çwarçêwey hunerî cwankarî wişeyyewe.

bêcge lemane çend destûrêkî tir lem serwadarîyeda heye û ebê be çend beşêkewe.

beşêkî eweye ke xawenî «kêş»e û serway têda nîye, beşêkî pêçewaney ewe, wate serwa heye û kêş nîye.

beşî yekem - ke kêşdar û bê serwaye - wekû ełê:

«gyanî be deng û basî gelê ’îlmî be nirx geşandotewe, paşan pêy nawete meydanî honeran û kewtote řewtewe».

lêreda ne «geşandotewe», ne «kewtote řewtewe» lehemû layekî serwadarîyekeda wenebê bek bin, bełkû cyan, herçende dirêjekan le kêşda hawşanî yek eken, eweş mebestî em babete nîye.

beşekey tir ke pêçewaney ewey yekeme; wate serwa heye û kêş nîye, emeşyan ebê be sê beşewe:

«hawser - mitirf», «hawkêş - mitwazin», «hawřû - mitwazî».

«hawser» eweye ke çend řiste û bendêke be şwên yekda dên, le pîtî dwayîda wekû yekin, bełam le layen jimarey pît û kêşewe cyan. wekû ełê:

«pêşengî karwanî dûrnasan, xerqepoşî ahengî mey noşan, şeyda be nûrî pakî yezdan, meftûn be sozî nałey derwêşan.»

lêreda le dû pîtî dwayîda wekû yekin, ke hemûyan «a, n»., bełam le kêş û jimarey pîtekana cyan.

«hawkêş» çend serwayekin le çend řisteyekî beşwên yekda dirust ebin. le kêşda řûbeřûy yek ewestin, bełam le pîtî binçîneyîda cya’ebnewe. wekû ełê:

«ew nazdarey ahû nîgare, lenaw şepolî şewî behara, ke giznigî da be bê tirs û lerz, day le dîmenî gułałey geşaw. řeng û bo daygirt asoy zimnako, leher laye hat dengî firîwe!».

emane kêşyan heye, bełam le pîtî binçîneyîda cya bûnetewe. wa dête berçaw ke gwaye leber ewe le pîtî binçîneyî yekda cya bûnetewe, le kêşekeşa her cya bûnetewe!. legeł eweşa wa nîye!. legeł eweşa wa nîye.

em hawkêşe taybetî nîye be pexşanewe, bełkû le honrawîşa dêtedî. ke ełên: honraw, nek honrawî cût serwa, bełkû le honrawêkî nêwanî cameda, we ya her taqaneda. wekû «safî» ełê:

«lew diłarame bipirsin wa dił, aramî nema»
«carêkî çarêkî derdim ka, dexałet bew dekem».

«hawřû». em beşe eweye ke serwakan le dwayî ew řistanewe dên ke be şwên yekdan. emane le hemû řûyekewe řêkin; le kêş û jimarey pît û tenanet le pîtî pêş pîtî binçîneyîşda her yekin. pîtî binçîneyî eweye ke serwake leser ew řawestawe. wekû ełê:

«kanyawî befrawî ser çyakan be xuř le katî behara eřjêne xwarewe, guł awî şekirawî ser gonayan wekû mirwarî le satî nîgada ekewête zarewe!».

kewabû be corêkî têkřayî «serwadar» le çwar beşî serekîda cêgay xoy kirdewe.

***

gelê carî waş ebê ke serwadar le pendî pêşînan û çîrokî efsaneyîşda dêne dî. wekû le pendî pêşînana ełê:

«bûkekey pena dîwarît, řoj hemû řoj betałît, be şew naw mał emałît»
«bûkêkman heye naşî û nezane, tawê hoř eka, tawê hemane»
«nan co, doy tirş, exoy bixo, naxoy çiş!».
«wextî îş û kar emankey be yar, wextî çiz û biz emankey be diz!».
«sûrey mil pane, mûçey to her dû nane».
«biřwane ham seran, bizane çêş mekeran».
«her dewne û ebê be dar, le binya da’enîşin feqîr û hejar».

le çîrokîşa wekû ełê:

«ew řostemî dastane, ew pałewanî zemane, gurzî hełsûřand û dayhêna, legeł estêranî cût ekird, pirzî agirî lêy debarî, ke lêy daxsitî, cûte çokêkî ew toy le defey singî da, yekê ew toy lêy berda, gasnî tewrêzê pêy sûr bikirêtewe!».