beşekanî xwastin

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  3317 views

beşekanî xwastin zorin, bełam le hemûyan be dîmentir emanen:

«misirḧة, miknîة, micirdة, mirşiḧة» be î’tibarêkî tir her le naw emaneda sê beş danrawe:«mitilqة, micirdة, mirşiḧة». babetî here bawî emane «misirḧة» û «miknîة»ye. lemewdiwa be dirêjî qiseyan lêwe ekeyn.

«xwastinî - misirḧة»- ke min belamewe «xwastinî bê pena» we ya «aşkira»ye. le heman kata em «misirḧة»ye «tiḧqîqye»şî pê ewtirê, eweye; ewey ke ewtirê «lewçûn - mişbebe», wate «lêy xwastiraw - mist’armne» ke bê, we le mula’îmatî «lêy çûn - mişbe» wate «boxustiraw - misti’arle» ke le řistekeda hebêt.

wêneke wekû «wefayîPen name» ełê:

çawekem îmřo le gułşen guł be’îşwe xoy nwand
nek nemekgîr bim, be mergî to qesem hîç nemdiwand

lêreda «lêy xwastiraw - lewçûn» heye ke «guł», «lêy çûn - boxwastiraw» heye ke «yar»e û nawî nehênawe. le mula’îmatî bo-xwastiraw - ke yare - ’îşwe û xonwandine. em mula’îmatey dawe be lêy xwastiraweke - ke gułekeye le gułşenda - bo ewe bew core xoy binwênê.

«îsti’arey miknîة» - ke min belamewe «xwastinî bepena» we ya «be dirke»ye- le heman kata em «miknîة»ye «tixîlîة»şî pêy ełên. eweye: ewî ke ewtirê «lêy çûn - mişbe», wate «boxwastiraw - misti’arle» ke bê, we le mula’îmatî «lewçûn - mişbebe» wate «lêy xwastiraw - mist’armne» ke le řistekeda hebêt. wêne wekû «nalîPen name» ełê:

guł ke yaxî û dem diřaw bû kewte lafî řeng û boy
baẍeban gwê girt û dayhêna be destî beste boy

yaxî bûn û dem diřawî le wesfî mirove - ke em mirove «lêy xwastiraw - mist’armne» keye- honer lêy xwastirawekey nehênawe, bełkû wesfekey hênawe û dawye be boxwastiraw, «misti’arle» ke «guł»e -, wate xwastûye bo ew. herweha «gwê» û «destî beste»ş.

dîsan «secadîPerson» ełê:

şiney egrîcey nazdaranî kurd
leşkirî gułî be tałanî bird

leşkir wişeyeke tenya bo ademîzad danrawe, honer hênawye dawye be «guł». lew laşewe tałankirdin «kirdeweye», le katî dananî zimana her bo ademîzad danrawe, ew hênawye dawye be «şiney egrîce» ke em şineye le nazdarana heye û nazdaranîş ademîzadin, wate ademîzad tałan eka. le her dû bara wesfî lêy xwastiraw - mist’armne dirawe be boxwastiraw - misti’arle.

înca «îsti’arey micirdة, we ya ticrîdîة» ke belay minewe «xwastinî řût» bo em beşe eşêt.

emeş eweye: ke xwastineke beranberîy bika be şitêk ke ew şite le mula’îmatî misti’arle keye, wate bo xwastirawekeye. wekû ełê: «destî biławe» wate bexşendeye û şit zor eda be xełk «biławîy» xwastuwe bo bexşindeyî, paşan biławîyke bû be sifetî «dest»eke - ke em deste munasbe legeł bexşindeyîda. we ya wekû «muxlîsPen name» ełê:

baranî xwanî eřjête naw deşt
pêkenînî xoy deştî kird be weşt

mebest ewye ke bexşindeye. «xwan»y xwastuwe bo bexşindeyî, paşa wesfî kirduwe be «baran», ke em barane aşnayetî heye legeł bexşindeyîda.

«îsti’arey mirşiḧة» ke belay minewe «xwastinî paławete» boy bekare.

emîş ke: xwastineke beranberîy bika be şitêk ke ew şite le mula’îmatî «lêy xwastiraw - mist’armne» ke bê. wekû ełê:

«dînî firoşt be dînar, bełam bazirganyekî řenceřo bû»

firoştinî xwastuwe bo gořînewe, înca le firoştineke şitêkî hênawe ke legeł firoştina pêkewe byankirê, şitekeş sûd û ticaretekeye.

be kurtî lem çwar beşeda ewey ke zyade buwe le mula’îmatî «misirḧة û miknîة», eger zyadeke le mula’îmatî «lêy çûn - mişbe» ke bû ewe ebê be xwastinî řût - îsti’arey ticrîdîة. eger zyadeke le mula’îmatî «lewçûn - mişbebe» ke bû ebê be xwastinî paławte - îsti’arey tirşîḧîة. eger beranberîy nekird legeł hîç yek le mula’îmatî lêy xwastiraw û boxwastirawda ebê be xwastinî azad - îsti’arey mitilqة.

wa ebê xwastinî řût û paławte pêkewe ko ebnewe. wekû «ẍerqîPen name» ełê:

«ẍerqî silaḧe ew beçke şêrî êmeye ger seyrî key»
«mûy ser mil û kelley weha řijawe tewaw wesfî şořebî eka»

em honraw gelê şitî le řûy xwastinewe têda heye, bełam ewey mebestî êmeye «ẍerqî silaḧe»- ke hî řût, ticrîdyekeye -, çunke le mula’îmatî boxwastirawekeye, ew boxwastiraweş «beçke şêre» keye. «mûy ser û mil û kelley» hî paławtekeye, çunke le mula’îmatî lêy xwastirawekeye, ew lêy xwastiraweş şêrî řasteqîneye.

ebê eweş bizanrê ke xwastinî paławte parawtir û pitewtire le hî azad û řût - le mitilqة û micirdة -, we ya le řût û paławte - ticrîd û tirşîḧ -, çunke em paławteye be tewawî hûşekarî û mubaleẍeke dirust eka.