dirke

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  2863 views

witra eger şitêk le arada nebû ke wişeke bibřê beser guzare řesenî û nejadyekeda ewe dirkeye. we dirkeş leser sê cor bû; corêkyan mebest zatî şitekeye, corêkyan mebest bew sifetî şite, corî sêyem dirkeye le «hawgirî nîsbet». eweyan ke xudî şitekeye wekû «muxlisî seqzîPerson» ełê:

lencey kotir û lerey mamz û bonî wenewşe û řêḧane û şewbo
awazî bulbul, nermî peřî qû, şîrînî nebat gişt hatin bo to

em hemû şitane dirkeye lew kese taybetîye ke honer basî kirduwe û xoy eyzanî!. çend sifetêkî hênawe ke her yeke lewane cya cya xawenêkî taybetyan heye, bełam be hemûyanewe şitî tir û kesî tir nîye bîgirnewe tenya mewsûfekey honer nebê.

herweha «bałayekî řast û hoşêkî tewawî heye», emeş dirkeye le ademîzad, çunke hîç şitêkî tir nîye ke herdû wesfekey pêkewe têda bêtedî cige le ademîzad nebê.

corî duwem ke mebest sifetî şitekeye, emîş ebê be dû beşewe, çunke sifeteke ya emeye gwêgir zû boy eçê û werî’egrê, ya direng, wate pêwîstî be bîrkirdineweyekî zyad heye.

ewey ke zû boy biçê wekû le wesfî yekêka ełê: «kabrayekî hełeşeye», eme dirkeye le zorbiłêtî kabraw bîrnekirdinewey le qiseda.

eweşyan ke řêga dûreke bêt û pêwîst be bîrkirdinewe û wirdkirdnewe bêt wekû ewe basî małêk ekirê ke azoxeyekî zoryan xistuwe, keçî zû dwayî hatuwe, derbareyan ełên: «małêkî be erkin».

eme dirkeye lewe, ke małêkî mîwandarin, çunke le myaney qiseda ewe der’ekewê ke ew azoxeye zû dwayî hatuwe, em zû dwayî hatne leber ewe buwe ke zorî lêy xwarwe, zorî lêy xwardineke leber zor mîwan hatin buwe û mîwandarîyan bo kirdûn.

corî sêyem dirkeye le «hawgirî - nîsbet»; wate komełe sifet û guzareyek edrête pał yekêk, bełam newek řastewřast, bełkû le řêgayekî penamekî û dûrewe, be corê ke nawî keseke nahênrê, dênî komełesfeteke edey beştêk ke şiteke taybetîye bew kesewe ke nawekey řaste û xo le řistekeda nîye. em îşeş bo zyatir berizbûnewey kesekeye, çunke lemeda hûşe û mubaleẍe zortir ebê û nefis zyatir pêy xoşe.

cyabûnewey em beşeşyan le dû beşekey tir; wate le dirke le xudî şitekew le sifetekey eweye ke lemanda dirkeye le take takey guzareke, bełam lewda dirkeye le hemû guzare komełîyeke. wêne bo em coreşyan wekû ełê:

«pyawetî û nan bideyî û azayetî bûn be meşxełêk û wan be ser koşkekey serdarî bokanewe».

xawenî em řisteye mebestî eweye ke em hemû sifetane bida be yekêk, bełam leber zyade wesfî tir nawî keseke nahênê.

emane eka be meşxełêk û dayan’enê beser koşkî ew kesewe. lemewe ewe der’ekewê: madam em şitane beser koşkî ew kesewe bûn ebê hemûyan le kesekeda hebin, ew keseş «’ezîzxanî gewre» û her ew buwe ke be serdarî «bokan» nawbangî derkirduwe.