taybetî
taybetî dû core; ḧeqêqî û ẍeyrî ḧeqêqî. to ke şitêk taybetî ekey be şitêkî tirewe. eme ya le řastî û «nifis alamir»da waye û têy napeřê bo bêcge lew, ya be hoy îzafeweye û têy epeřê bo şitêkî tir. eme bû be îzafî û ẍeyr ḧeqêqî. wekû ełê: «huşyar her danîştuwe» mebest eweye têy napeřî bo westan, me’nay ewe nîye îtir têy napeřî bo sifetêkî tirî ẍeyrî řawestan.
her yeke le ḧeqêqî û ẍeyr ḧeqêqî dû core; yekem taybetî mewsûfe be sifetewe. duwem taybetî sifete be mewsûfewe. mebestîş be sifet me’nayeke ke le şitêkî tira bê, mebest sifetî qutabxaney «neḧo» nîye.
yekem ke taybetî mewsûfe be sifetewe le ḧeqêqîda wekû ełê: «huşyar tenya nûsere» ya «huşyar her nûsere». duwem ke taybetî sifete be mewsûfewe her le ḧeqêqîda. wekû ełê: «kes le mała nîye tenya newzad nebê», ya «her newzad le małaye».
emca taybetî mewsûf be sîfetewe le ẍeyrî ḧeqêqîda; taybetî şitêke be sifetêkewe le batî sifetêkî tir.
paş ewe taybetî sifete be mewsûfewe le ẍeyrî ḧeqêqîda taybetî sifetêke be şitêkî me’newîyewe, nek be şitêkî tirewe, ya cêgay şitekey tirewe.
ca her yeke le taybetî mewsûf be sifetewe û taybetî sifet be mewsûfewe ebin be dû beşewe; yekem taybetî şitêk be şitêkewe, duwem taybetî sifetêk, ya îşêk be sifet, ya îşêkî tirewe.
bo zyade řûnkirdinewey babet dîsan ełên:
mebest bem taybetîye wekû her le dařiştinî zimanî kurdîda xoy pîşan eda, kirdewe, we ya sifetêke her taybetî bê be şitêkî tirewe, we ya be kesêkewe û le ẍeyrî ew keseda bew sozewe peyda nebêt.
a em nasandine bem core yekêke le hunerekay řewanbêjî û ber guzarekarî ekewê. eme le destûrî belaẍey ’erebîda be «qisir» naw birawe.
em taybetîyeş gelê çeşnî heye; ya yekêk taybetî ekirê be şitêkewe, we ya şitêk taybetî ekirê be yekêkewe, we ya komełêk be şitêkewe, we ya şitêk be komełêkewe. dyare eme le pexşanîşa ebê û le honrawîşa, ewende heye le pexşana zyatir bekar hênrawe ta honraw, çunke honraw hende taybetyekî tirî têdaye le pexşana nîye, be hoy ew taybetyaney xoyewe ewende pêwîstî bem taybetîye nakewê.
emca wêne bo hendêk lemane wekû ewe ke ełê:
«honer nałîye» lêreda xasewêjyek -ke honeryetîye- her taybetî kirawe be nałîyewe; wate em sifete le kesî tira nîye, her le nałîda heye û taybetîye bewewe, îtir merc nîye ke nałî îşî tirî nebêt, we ya sifetî tirî nebêt. şitî tirî hebê, ya neybê, sifetêk ke honeryetîye her bo ewe û le kesî tira nîye.
we ya ełê:
«nałî honere», we ya «nałî her honere». eme pêçewaney pêşuwe. nałî taybetî kirawe be honeryetîyewe, wate îşêkî tirî nîye tenya honerî nebê, îtir merc nîye ke em honerye le kesî tira nebêt, bełkû her ew řêgeye gîrawe ke nałî îşî tirî nîye tenha honerî nebê.
ewende heye le katêka ke wişey «her» le řistekeda nebêt, ew wişeye taybetîyeke le řwałeta bitewtir ekatewe, eger wişekeş nebê -wişey «her»- taybetîyeke her heye, bełam le řêgayekî dûrtirewe.
yanî wişey «her» le ewzarî taybetîye, ke le řistekeda bû, zana û nezan be zanyarî řewanbêjî çemkeke wekû yek wer egirin, bełam ke nebû zanake tê egaw nezaneke bê aga emênêtewe.
eme le layekewe, le layekî tirîşewe eweş heye ke eger řisteyekî kurt û çeşnî řiste be dirêjtir bo yek guzare bekar hênran, dyare hî řiste kurteke baştire ta dirêjeke.
leser em destûre řistey «nałî honere» madam legeł «nałî her honere» le řûy řewanbêjîyewe yek guzareyan heye, gumanî têda nîye kurtitreke -ke «nałî hunere»- çaktire, bełam leber ewe ke nezanêk be zanyarîy řewanbêjî direngitir têy ega, we bełkû wa ezanê ke řistey «nałî her hunere» zyatir lewaneye gwêgir wirya katewe, ew belayewe waye ke em behêztire.
«westa eḧmed xeyate» hîç îşêkî tirî nîye, bełam řêga le westa bekir negîrawe ke ewîş xeyat bê û xeyatî bika.
«pîremêrd» ełê:
honer xoşwîstinî xoy taybetî kirdiwe be gułî sûrewe, îtir gułî sûr ba yekêkî tirîş xoşî bwê mebest nîye mebesteke her eweye ke em hîçî tirî xoş nawê tenya gułî sûr nebê.
wekû witra em taybetî bûne gelê corî heye, bełam be hênanewey ew çend wênane, ba bo ewanîtrî wêne nehênrabêtewe řêgake pak kirayewe bo derkewtinî corekanî tirîşî her lem babete.