înşa
eme qisey xeber û waqi’, înca înşa.
înşa eweye ke to nałêyt wa buwe û wa nebuwe, bełkû ełêy:«azad ew kitêbe bêne». eme îtir řast û diroyî le qisekeda heł nagrê, her yek qiseye, fermanêke û ełêyt bîke, bîhênê û neyhênê to fermanî xotit dawe.
lêreda bûn û nebûnêk beranber be kesî duwem; wate îcab û selbêk beramber be muxateb, peyda ebê; eger hênay, emreke beramber bew bû be emrêkî îcabî, eger neyhêna bû be selbî, her çende beranber be kesî yekem her îcabe, bełam ew dû liqey beramber be kesî duwem lêy ebêtewe.
eger hat û fermaneke beramber be kesî yekem selbî bû, dîsan îcabyet û selbyet her řû ekate kesî duwem, ewende heye selbekey ebê be îcab îcabetekey ebê be selb! be wêne eger:
kesî yekem witî «azad kitêbeke mehêne» ewe her înşaye be çaw emewe, çunke men’î kirduwe le hênanekey, selbyetêkî têdaye. emca eger azad kitêbekey nehêna ewa fermanî selbyetî kesî yekem hate dî, bełam beçaw kesî duwemewe -ke azade- ew selbîte ebê be îcab, çunke fermanekey emî becê hênawe; îcabyetî beranber be selbyetêk nwanduwe. eger xo be gwê fermanekey nekird û kitêbekey hêna, ew wexte selbyetêkî nwanduwe beranber be îcabêk, wate îcabî kesî yekem, çunke îcab bo emrekey em eweye ke kitêbeke nehênê.
kewa bû selbî em îcabî ewe, îcabî ew selbî eme. belaẍey zimanî ’erebî leser eme be hoy «fi’il» û «ḧerf»y neḧwîyewe gelê liq û popî lê kirdotew, bełam min be lamewe waye ke le «guzarekarîy» zimanî kurdîda kurtey dirêje pêdanekey ’erebî dête ser eme û lam waye bo kurdizmanêk em kurte lew dirêje be kełkitre.