beḧrî «mizar’»

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  489 views

beḧrî «mizar’» be şeş eczaye

lelay edîban cêgey řezaye

yek «mifa’îln» dû «fa’latin»

dû car mukeřřeř bo şî’rê hatin

«’iruz»y yeke ewîş «miczu’»e

«zirb»yişî herwa nawî derçuwe

le her «misir’»ê yek «fa’latin»

labbe û baqî xawen sebatin

***
serasîmem çawî cwanim
be dûrî to le jyanim
dilaramim řeḧmê be min
dûr bêtewe le min dujmin
penahendem be penay to
zor se’îdim be senay to
xuday ’alem to bihêłê
qeydî nîye min nehêłê
řûy to çiray em dinyaye
ger wişkane ya deryaye
bimênê heta hetaye
xawen nûre û xawen saye
katê hatim be bonî to
bay nehatim nebûnî to
le hercê bibyem dengî to
dêm bo bînînî řengî to
fîdakarim bo qametit
bibim be hoy selametit
gyanî namîPen name nimê awe
bête fîday ew dû çawe