beḧrî «riciz»

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 3 minutes  587 views
«riciz» beḧrêke şeş «mistif’iln»
eger sam bê hemû kamîln
’iruzekanî çwarin be ḧîsab
«zirb»e kan pêncin be gwêrey kîtab
«’iruz»y yekem seḧîḧe û salim
dû «zirb»y heye ey biray ’alim
yekemyan saẍe wêney «’iruz»e
dûhem «miqtu’»e û ḧukmî mefrûze
«’iruz»y dûhem «miczu’»e û çake
«zirb» êkî heye wekû xoy kake
«’iruz»y sêhem wesfî «miştur»e
çwarem «minhuk»e û laman meşhuwe
«zirb»ekanîşyan wekû xoyane
emcar bêyne ser şî’rî emane
***
bibarê baranî selam û selewat
leser letîfey řoḧî şahî ’eresat
qurbanî tom ey serwerî zîndû diłim
gyanim fîdat ey diłberî ẍunçe gułim
to bûy be řehber bo hemû e’lamî dîn
to bûy be řehber bo hemû ehlî yeqîn
to bûy ke cubrîlit bo naził ebû
to bûy ke weḧîy ḧeq lebot ḧasił ebû
wicûdî wacb hat leser îrşadî to
tewḧîdî zatî ḧeq leser îmdadî to
qur’anî to bû be binaẍey ’îlmî dîn
bo şerq û ẍerb û ewełîn û axîrîn
qur’an lebo to hate ser zewî
têraw bû lêy ’alem çi berz û çi ewî
qur’an lebo to hate xwar lelay xuda
însanî zana kird be řêgey îhtîda
qur’ane ferzî kird îta’ey zatî ḧeq
legeł îta’ey řehberî nûrî şefeq
îta’etî emrî ulî emrî emîn
îta’etî îcma’î kořî mu’mînîn
îta’etî muctehîdanî piř kemał
xawenî ’îlim û ’emeł û ’îrfan û ḧał
qur’ane wa yaranî toy ser xiste der
paş enbya ke bûn be «afzil albişir»
qur’an îmamekanî dînî xiste pêş
zanay ’ulûmî dînî xiste koş û kêş
qur’ane ewlyay hemû hênaye ser
textî şeref, bextî selef, tac û kemer
qur’ane karebay terîqî îhtîda
bû be çiray ’alem be yasay îqtîda
qer’ane dînî kird be řêgey muhtedî
ferzî kîfaye û ’eyn û sunnetî nebî
qur’ane řêy tetewwi’î hênaye der
kirdî be řêgey ’aqłî xawen beser
qur’ane wa ḧuccete bo gumřahekan
ke bênewe ser řêy ḧeqîqet karekan
sunnetî toye kaşîfî me’nay xefî
keşfêkî wa kafî bê bo qelbî wefî
sunnetî toye wa beyanî ayete
bo ayetê ke fehmî mayey řeḧmete
«ya sîdî» senate «ma zaẍ albisir»
«û ma tiẍî» ḧuccete bo xawen xeber
exlaqî to ’ezîme lay «rib alurî»
kereme, cûde, řeḧmete dê lesera
idvihas û mu’cîze û kerametit hemû
safte lay ehlî sefa bê yek û diؤ
nûrî wicûd û ta’et û sucudî to
bê mîsil û manendin be wêney cûdî to
ewne heye ke toyş wekû baqîy beşer
’ebdî xuday leser qeza û leser qeder
ena be tenya to le sînfêkî ewî
xawen sefa û xawen wefa û be piřtewî
qesemî pê nawê, be qur’anit qesem
nexؤşe řoḧ û beden û ser û cesem
hîwam feqet paş keremî zatî xuda
şefa’etî toye le řojî mew’îda
şefa’etêkî wa ke dabgirê hemû
tawanî namîPen name «kamla» bê yek û dû
bibarê baranî selam û selewat
leser letîfey řoḧî şahî ’erefat