beḧrî xefîf

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  602 views
xefîf beḧrêke seyrangay diłe
şeş eczay wêney şeş peřey gułe
be «fa’latin» ca «mistif’iln»
ca «fa’latin» bo misre’ hatin
ke mukeřřeř bûn ebin be şî’rê
ewend şîrîne diłî to egrê
sê «’iruz»y hen pênc «zirb»y şîrîn
eyankate ber biray dił nûrîn
«’iruz»y yekem salime û cwan
dû «zirb»y heye yekemîn lewan
wek «’iruz»e key salime û me’rûf
«zirb»y dûhemyan «zirb» êke meḧzûf
«’iruz»y dûhem mecnûne û meḧzûf
«zirb» êkî heye wekû xoy me’rûf
«’iruz»y sêhem «miczu’»e be naw
dû «zirb»y heye da’îrin tewaw
«zirb»y yekemyan «miczu’»e be ḧeq
leser mîzanî «’iruz»e mutłeq
«zirb»y dûhemîn payey merfû’e
«miczu’»e û «micnun» herwa «miqtu’»e
***
hatme dergat řewzekey to ta bibînim
ta be xakî çaw biřêjim, çaw hełênim
sed supasim bo xudawend kewte destim
gerdî çawim çû lenawa baş ebînim
çawekanim êste başin bo mutała
ew mutałaye ’îmade bo yeqînim
to tebîbî û min nexoşim bot ekoşim
to ḧebîbî ferze ḧubbî to binoşim
bełku carê diłberî min yek nîgahê
řûbeřûy em late bêtu bête şahê
damenî to wa be lêwim řa’ekêşim
bête çarî payedarî derd û êşim
sed supasim paş zemanî întizarî
lutfî fermû kewte destim řestigarî
herdû destim wa mu’etter bûn be çakî
bûn be derman bo hemû derd û hîlakî
’aşiqanit diłbera ’uşşaqî ton
şayeqanit serwera muştaqî ton
’arfan bo to hemû řoḧyan fîda
wa fîdakarin leber ḧubbî xuda
xadîmî to namîPen name e bew nîsbete
dê le baẍî ’etrî ew piř hîmmete