tişrî’

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  574 views

corêkî tirî řazandinewey lefzî tişrî’e ke birîtîye le damezrandinî şî’rê leser dû qafye keřawestan leser herkam lew dû qafye řewa bê. şa’îrî ’ereb le nimûney em coreda ełê:

ya xatib aldinya aldinîh anha
şirk alirdî û qirarh alakdar

namîyş ełê:

be qurbanit bim, to yarî minî, diłdarî minî
fîday bałat bim, hawkarî minî, hawşarî minî
toy yarî diłdar, ’alem şeydate, ’aşiqî bałate
toy şem’î dyar, dił be sewdate, şêtî kałate
ax řizgar ebûm lem xwênexware, dijî necate
herkes ebînî bo ew fewtawe, wêłî wiłate
çend wiłat geřam nemdî mîsalî, nadîrey kate
duřře, yaqûte, le’le û le’alî, şay ser bisate
yarêkim heye hawwêney nîye, piřberekate
be wêney çiray sema û zewîye, hoy derecate
bała ’er’ere, řuxsar mînaye, dûr le afate
’etir û ’enbere, nûrî sînaye, ’alî sîfate
bełam ew yare şahan sefaye, bekemałate
le şahan zortir be îstîẍnaye, bedesełate
ke boy biřwanî naybînî be çaw, le ẍeybyate
herçend ḧazre, dyar nîye lenaw, biřî sîfate
namî demêke gîrode buwe bem karesate
dił bendî ewe û xadîmî zuwe, ’aşiqî nîgate