tibaq

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  955 views

yekem: «tibaq»e ke birîtîye le kokirdinewey dû witey wa ke le me’na û kakłida «muteqabîl» wate beranberî yek bin, bem me’na ke muxalîfî yek bin û munasbî yekîş bin wate pêwend lenêwan me’nayanda bibê wek «mang» û «řoj», ya «zanîn» û «nezanîn», ca îtir ew dû witeye îsim bin ya fî’il ya ḧerf, ya cyawaz bin wate le corê bin ya dû cor, îtir herdûkyan naw bin ya kirdewe ya pêwend, yaxud cya bin le yek û yekêkyan naw bê û ewyan kirdewe bê, wek ewe ke xuday mîhreban le qur’anî pîrozda fermûyetî: «alşّemْsu ûەالْqemeru bîḧusْبەانٍ ûەالنّecْmu ûەالشّeceru yesْجûدەانیArabic». herweha fermûyetî: «ئەەûەمەن کەانە meyْtًa فەئەەحْyeyْنەاهûArabic».

wêney emane le zimanî xoyşimana wekû em çend beyte şî’rey «namî»:

kabra mirdû bû zîndûm kirdewe
xanûy wêran bû awam kirdewe
nezan bû, be derz kirdim be zana
lawaz bû, lay min bû be twana
bê nan bû, lay min bû be dewłemend
bê şan bû, lay min bû be ercumend
bê jin û mał bû be mawey çend sał
lay ême bû be xawen jin û mał
hîwam pêy wa bû bo min besûd bê
cêgey îşarey pencey ḧesûd bê
êste lebatîy sûdî gyanî min
buwe be zyan bo jyanî min
cîhan wa buwe û êstaş her waye
her waş emênê heta hetaye
çawtan neřwanê bo sûdî xełkî
mekewne ser řêy larî bêkełkî
her çake biken bełam bo xuda
hergîz bo wefa mebin betema
çun çake kirdin karî merdane
karî nabarîş hîy namerdane
«namî» em name enûsê botan
wate xadîm bin bo xuday xotan