ḧîkayeta hevdê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 3 minutes  811 views

neqil diken ku ji gundêd ḧerîrNamed-Entityê gundekê meznê ekiradan heye, navî «xankêNamed-Entity», li wî gundî, malê rî sipyê wî gundî, mirovekê «’elî nasranNamed-Entity» hebûye, xweyî mal û dewlet, û kuř û bûk û kiç di malêda jî zav bûyne, rojekê mirovekê byanî, bê nav û nîşan têtin û li mala ’elî nasran dibîte mêwan û çend rojekan dimîne, bê cih û war bûye, navî jî ḧeyderNamed-Entity bûye, êdî ew ḧeyder dibîne ku maleka têr û tijî û xweyî nan û av, nan û zik xizmeta wan diketin û li mala ’elî nasran sakin dibîtin, mîqdarê şeş mehan dimîne, meger bûkeka ’elî nasran bed esil û bê swî hebûye, navî werdêNamed-Entity, ew bûk û ḧeyder bixef hevdû deḧebînin û bidzî digel yek û dû diden û distînin, lakîn kes pê waqif nabî. rojekê ḧeyder dibêje werdê, ku were ez te biřevînim û bibem û biçîn, îcarê werdê dibêje ḧeyderî, řevandin nabî, ’elî nasran ji malê hinde mêr heyn bi pê me dikevin, li ku be me digirin û dikujin, ya qenc ewe ku em şulekê biken, kifiş nebî, û ev mal û ḧale ji boy me bi mîntin, û em yek û dû mar biken, tu heře qederekê «merge mûşê» ji boy min bîne, ez dê têkel zadî bikem û bideme van, da pê hîlak bibin, êdî mal û ḧal dimîne ji bwê min û te ez jî te mar dikem, ji vê çêtir nabî, îcarê ḧeyder bi behaneyekê diçîte bajêrê urmîNamed-Entityê û qederekê zav merge mûşê tîntin û didete bûkê, îcarê bûk jî têtin, ewê jehrê ḧemû bicarekê dikete nêva zadê êvarî, didete xelqê malê, paşî çend se’atekan, êdî jehir kar dike, ji malê mêru jin, ḧevde nefer hebûne, pêkve nexweş dibin, çar jî ḧisêb ke di hindek weqtî da hîlak dibin, êdî mayî jî qewî bed ḧaln û cîran û xelqê gundî têne serwan, ku ev çi beḧse, bi pêy pirs û pirsyaran dikevin, ḧeyder ji pirsyara wan ditirse, heman weqtê fecrê ji gundî bider dikeve û diřeve, diçîte şula xwe, lakîn werdê dimîne û xelqê gundî pirsyar diken ku ev zadekê çêkirîye, îcarê dibêjne werdê ku tu ji boy çi nexweş nebûy, meger tej vî zadî nexwarîye û ḧeyder kanê? xulase xelq dikevne şibheyê, êre û ewêda, ḧeyder jî tunne, îcarê cebrê li werdê diken, ku elbete tu dê ji vî zadî bixiwey, werdê zadî naxwetin, îcarê werdê digirin û girê diden, ku em dê te bikujîn û yanê to dê řastî bi bêjî, naçarî îcarê werdê weku bûy dibêje, çendek swar dibin û bi pê ḧeyder dikevin û gelek lê digeřn, ḧeyderî nabînin, ḧeyder bê nam û nîşan çû û xilas bû, îcarê werdê jî, warsan, ji kezyan bi darda kirin û kuştin û ’elî nasran jî digel panizde neferan kuř û bûk û kiç telef bû, êdî mayî şeş neferê biçûk û zarok mu’alece kirin, saẍ bûn, lakîn ji ḧeyderî eslen nam û saluẍ û nîşan peyda nebû, çûye şula xwe, paşî vê şulê, li etrafêd ḧerîrNamed-Entityê êdî kesê byanî û name’lûm nêzukî malêd xwe naken, ji xyanetê ditirsin.