ḧîkayeta hejdê
mela ’usman hebû, ji ta’îfa xanyanNamed-Entity, neqil dikir, ku zivistanê ez diçûme cizîrê, řya min bi gundê kelhêNamed-Entity ket, lakîn biřojê li min bûye tî pî û bakir, şeve dermayî pênc şeş se’atan ji şevê çûy, ez gehame nêva gundê kelhê, ku xelq ḧemû řazayne, deng û ḧis tunîne, řast çûme derê mizgeftê, ku derî vekirye, min jî der vekir, çûme nêva mizgeftê, ku ez qederekê razêm ḧetta sube dibî, dinêva mizgeftê pê min hingifte tiştekî, tarî ye, min bidestê xwe seh kirê, ku miroveke řazye, îcarê min xwe bixiwe gut, kunê evejî weku min mêwane, qence ji boy min uldaşe, min jî pişta xwe daye wî mirovî û pêve zelqandî, řazam lakîn qederekê dinvim hişyar dibim, ku ew ala minê kub wî mirovî zelqî bûye, weku cemedê û tezîye, lakîn ez ferq nakem, îcarê tenîşta xwe vedguzim û alê dinî bwî mirovî dizelqînim, meger ew mirov mirîye, nêzukî êvarê fewt bûye, êdî ser bi êvarê weqit nebûye, defin nekirîne û înane danîne mizgeftê, ku subeyê biben defin biken, îcarê ew mela ’usman jî bişev hatye, wesa zanye, ku ew mirî saẍ û řazaye, tenişta xwe dayê, razaye, mela ’usman neqil dike, ku nêzukî fecrê min dît, ku derê mizgeftê vebû, meger îmam hate mizgeftê û çiraẍ helkir, weku ewî çiraẍ řunahî kirî, mela ’usman jitenişt cinazey řadbe û řutne, weku îmam çav bi mela ’usmanî dikeve ji tenişt cinazey serê xwe heldigrîtin û řadbitin, îmam we zen diketin ku ew mirî řabû, ditirse û ay dibêje, îmam dikevtin û jixiwe diçîtin, îcarê gundî tên û avê bi îmamî vedřeşînin, direngî êdî îmam bixiweve têtin, jwî dipirsin, ku çi bite hatî, ku ’eqlê te çûy, û jixiweveçûy, îmam dibêje, ku weku min çiraẍ řunahî kirî, evî mirovî, serê xwe jink mewtî helanî, min zen kir ku ew mewtîye řabû, êdî ji tirsan bê ixtyar ez jixiwe veçûme, paşî wî, îmam nexweş ket, qederê dû mehan bê keyf řazay, paşî şîfa dibît..