ḧîkayeta şanizdê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 3 minutes  817 views

şêx eḧmedê çîlaqNamed-Entity, ku belêya xwe dît, paşî îcarê ewî şêx eḧmedî zav dirav ji zulim û dizyê bihev xistin, digel selîm paşaNamed-Entityyê rojekî bûye dujmin û neyarî kirî, axrî dweqtê ḧacî salḧ paşa, şêx qederekî dirav û çend hespêd qenc helgirtin û hate erzeřomNamed-Entityê û paşatya rojekan jiboy xwe sitandî bûye, seyîd eḧmed paşaNamed-Entity û leşkirê erzeřomê û bazîdê û wanê hilgirt û çûye ser selîm paşaNamed-Entity, îcarê selîm paşa jî dinêva bajêřê betlîsNamed-Entityê kete ḧisarê û şêx eḧmed paşa digel heşt hizar leşkirî çûye ser bajêřê betlîsê û şeřekê qenc kirin û ji dû kinaran nêzukî sed mirovî telef bû, leşkirêd ekiradêd seyîd eḧmed paşa, êruş birne meḧela betlîsê û gelek malêd re’yeyan yeẍma kirin, axrî selîm paşa gaqet ne’îna, betlîs berda, digel çend etba’an řevî û çûye gelyê sasunê û li wê derê mayî, seyîd eḧmed paşa bûye ḧakmê řojekan û hate muşê liserayê řûnişt, mîqdarê sê mehan ḧikumet kir, lakîn malê selîm paşa li muşê mayî bû û xuheka selîm paşa hebû binavê sultan xanim, îcarê selîm paşa ji gelyê sasunê cewabê viřê dike nik xuha xwe sultan xanmê, kumin jite divêtin, ku belêyekê ji boy seyîd eḧmed paşay çêke, îdî sultan xanim jî feleyekî ji ser îdarêd serayê gazî nik xwe diketin û qederekî diravî we’d diketin, ku ez varîlekê barûtê bidemete, bişef bibe, seyîd eḧmed paşa li gihbeqa jûrî ye, to vê varîlê bibe dibin odeya wîda li gihbeqa jêrî dabne nêva merekê û şemalkê vêxîne û biçe kîne nêva barûtê û to bi řeve jidûrve xwe bike, îcarê mixoyê felejî weku tedbîra sultan xanmê varîla bawwitê nîva şevê dibetin û li bin oda seyîd eḧmed paşay li merekê datnîtin û şemalê dinêva barutêda dad çekîne û bixiwe bi dûrve diçtin û xwe xef diketin, îcarê paşî se’et û nîvê şemal digehte barûtî, odya seyîd eḧmed paşay digel ya lekê serayê ber hewa bû, seyîd eḧmed paşa digel sî nefer aẍaler û etba’an telef bûn, subeyê leşêd wan řya nêv se’atan berhev kirin û înan defin kirin, û mizgîn jiboy selîm paşa çû, hat û dîsanê cebrî bûye ḧakmê rojekan û ew feleyê ku ev şule kirbû, zav mal dayê û çiraẍkir û şêx paşay jî bilaya xwe dît û xelq ji şeřêd wî xilês bûn lakîn ewî jî dû kuřêd ji babê bedtir hebûn, navê yekî şêx miḧemed beg û navê yekî şêx mistefa beg, îcarê ewan «xelat» zebit kir û dest bi fîtne û fesad û mirov kuştinê kirin û gelek bê edebî kirin, ewî şêx miḧemed begê zav jinêd fele û musliman rakêşan û bi zorî înan lixiwe mar dikirin, ewî jî dibêjin ku bidestê xwe bîla şîrket çil nefer mirov fele û musliman qetil kirin, paşî weku de’wa bedirxan begê bûy, û řum li kurdistanê ẍalb bûy, ew şêx miḧemed «tibdîl allibasArabic» bû û řevî û çûye beẍdayê winda bû û birayê wî şêx mistefaNamed-Entity girtin digel xan meḧmûd birne uriscuxêNamed-Entity nefî, winha jî li wê derêye, pesêřa ’ibad alilhArabicy jwan xilês bûyî, xelq raḧet bûn..