arê bira! wa řabra

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 35 minutes  2340 views

çend bîrewerîyekim hebû emşew wîstim le şwênêk koyan kemewe, ałqe û gewyan têk xemewe û leber xwêneranî řanêm. bełam kak perwîzî xursend -eger nełêm tenya kese, dekirê biłêm behêztirîn nûserêke pexşanî cwanî emřokey bo xizmetî bîr û biřway řabirdûman xistote kar - xistimye ser ew baweře ke waz lem nyazem bênim. em çend peře be mebestêk - ke beserhatêkî xome -binexşênim û lew barewe êwey beřêzîş bidwênim.

min ke derbarey xom dedwêm wa bîr meben ke xom zor be zil dezanim; zilî de arada nîye. hoy emese ke lem dinya berîneda degeł zor çîn û zor tîre, hawderd û hawbîr û biřwam.

xwêndewarim, xwêndewarî em řojgare, boxoştan zor baş dezanin çînî xwêndewarî emřo derbarey jîn, derbarey dîn biřway çone; řadey ferheng û zanistî berew kam amancî deba.

xełkî çołge û bêrûnêkim; ne awe, ne awedanî; ne geşe, ne kameranî; ne wiçan, ne ḧesanewe; her řence, her çewsanewe û awê bêne û destan bişo.

le naw xêzanêk gewre bûm ke hîç kesyan le sayey zêř û zorewe nekirawin be necîmzade. hîç řegêkî endamî min xwênî berey xwênxoranî tênetzawe.

lew řojewe ke mindałîm hełbiwarduwe û pêgeyştûm, têgeyştûm ke bab û bapîranî min ta - le mêjûda gum debin - giştyan hejar û nasaz û dûreçare û belengaz bûn.

xwêndewarî û pispořîyekem derbarey şaristanyetî pêşînane. be şaranewe geřawim; be bendenan hełgeřawim; cêgey hewarim zor dîwin; şwênewarî kewnaram zor pişkinîwin. hemîşe biřwam wa buwe gewretrîn cêy şanazîy berey miro, em şwêneware kewnanen. em dîware řûxawane, em gaberde taşrawane, hunermendî û destiřengînîy ademîzadî pêşûman pêşan deden.

perisgay «dîlfî» le yonan - bew hemû terzî û berzîyewe - tûşî sersûřmanî kirdim; waqim wiřma.

le urûpa: řom û zor şwênî tir geřam; ’entîkexaney firem dîn: koşk û telarî zor lebar, kilîsay piř nexiş û nîgar, berhemî peykeretaşî, kaşîkarî, ’acbatî endazyarî, çî be zorî dił û dîde berew xoyan řadekêşin. le řojhełatî dûredest: le wêtnam, le kambûc, le çîn, zor şitî cwan û seyrim dîn. kej û çyay zil, zerdumah, le dest mirov nexelsawe; be çingekirkê, be teşwê, daytaşîwe; perisgay berz û berîn û nexşêndiraw û řengînî - le taşe meřmeřî sengîn - bo xudakan, bo cênşînî xudakan leser zewî - wata kahîn û melakan - lê sazdawe.

ew şwêne kewnarayane belamewe hêjatrîn kelepûr bû, ke bo miro becê mawe. ewî nemdîbû mîsir bû. tamezro û awatexwaz bûm asewarî fîr’ewnekanîş bibînim. emsał hawîn lew taseyeş řizgarim bû. çûme seyrî ehrame benawbangekan. lew dîdare dersêk fêrbûm ke hergîz le bîrim neçê. lew řojewe temî xeyałatî xawim leber řewî. zor berzayîm le berçaw newî bûnewe!

şarezayekim degeł bû ta serguruşte û çonyetî ehramanim bo wegêřê.

bełê, be aẍay xom biłêm em ehrame zelamane - ke lamane û ḧewt yekêk le ḧewtewane seyrekanî em cîhanen - gořxaney fîr’ewnekanin. ewsay ewan xunkar û desełatdar bûn, wîstûyane be mirdûyîş cêyan xoş bêt. gořxaney wa damezrênin ke ba û baran û bûlerze û şiłêwe û kiřêwe û terze û giřey taw û lehî lafaw û bełay tirî ’asmanî deřost neye byantepênê; byanřimênê. ewsa mirdûy małe gewre, şa û şajin û gicûle necîmzadekan tyanda biḧesênewe. le mełbendî eswanewe (ew şwêne wa berbeste gewrekey lêye) ta qahîre hezar kîlometir bîst kem mewda, heşsed milyon taşe berdî sext û text û zor zelam, be şan û pîlî zelaman řagwêzrawe. ew berdikêşane koyle bûn. be zebrî qamçî û be bêgar xirawne kar. no ehramyan pê ser girtûn; şeşyan giçken; sêşyan ehramî zelamin; ke nawbangyan be naw dinyada biławe.

wek pêm gutî ew noyane no gořxanen bo kelakî be dawderman henwawî momyayî têhełsiwawî şa û şajin û beçkekanyan. her dexmeyey - ke le naw diłî heremda bote gořîçey laşeyek - wetaẍêke le pênc parçe berdî meřmeř lêkdirawe. çwaryan yekparçe dîwarin, yekî yek parçeş le bane û bote seryan.

bo ewey baqił bizanî em çwar dîwar û serbane debê çend estûr û pan bin, were xot berawirdî ke! çendîn milyon berdî gewre, ta degate ser tiropkî ehrameke, hemû qursî û giranayî kewtote ser em banîje û dîwarane! ewa bote pênc hezar sał, berd le berdî nebzûtuwe û çirke çîye, neykirduwe.

şareza demî lêkdeda wek qersequl dagîrsabû! ewî deygut neydekutewe. minîş hemû leşim gwê bû.

le piř û nekaw çawim kewt be çend koma wirde berdêk leseryek kełeke kiraw.

pirsîm ew kełekane çîn? gutî: hîç nîn. çend řehołêkî zor qûł û dûr û dirêj, bo koyle taşekêşekan kołdirawin. herçî le bêgarda mirdûn, lew řehołeda nêjrawin. ew koberd û kełekane, nîşaney êsk û piruskî ew koyle negbetyaneye.

- têt nagem bomî biłêwe.

- aşkiraye. mawey sî sał sî hezar koyle be bêgar nîwe birsî, dijwên, gemar, ew hemû berde gewrane le hezar kîlomîtrewe be şan û pîl bigwêznewe, çendî dejî? çendî demrê? řoj nebuwe deyan û setan lew koylane le jêr barî berdî zil û qamçî û zilley karbedestanî girj û tîj seket nebin. be derdî «şwartiz» gutenî: koyledarî karêkî kird ke çerx û barî saz nebin; çunke koyledarî û bêgar, hîç xercêkî bo gîrfanî kabray zordar tênedeçû. koyle demrê, be tûn be qîr! pelyan bigirin, řayankêşin; fiřêyandene qûłkewe! dayanpoşin bogen neken. destewlecêş, zîndûy zor lewan bekartir bikêşne ber bêgare.

- başe; bełam sebeb çîye em qirxine bênirxane le penay şahan nêjrawin?

- emeş weramî hasane. ehram gořî fîr’ewnane. ew koylaneş - her wek le jînda koyle bûn - be mirdûyîş koyle debin. le řojî zîndûbûneweş be koyleyî řast debnewe. lew dinyaş gerek xizmetî fîr’ewn û xizmanî biken! têgeyştî?

- têgeyştim; bełam îtir min tom nawê. xom be tenya deçme dyarî kende gořî ew koylaney ke paş mergîş mafyan bo řeçaw nekirawe û ta heta, debê koyle bin.

‌le ser kełekêk duj damam. bîr û pejare dewrî dam. heyaran! ew hejarane xizmî xomin. degeł kewne bapîranim hawhejarî û hawbêgarîn. berd û kełekî ser gořyan amojgarî û pendin bo min.

kê dełê hawnejadim nîn? kê dełê hawwiłatî nîn? řeng û wiłat û nejadîş çend fêłêkî desbiřane. bo êmeyan dahênawe ta parçe - parçeman ken û gurdî xoyanman lê bigirin.

serlenwê řwanîme ehram; bełam ewcar ew şiko û celaley nema. emcar řiqim lêy hestabû. nek le ehram le gişt şwênewarî mawî şaristanîyetî kewnara. dîwarî çîn, hemû dam û dezgay ser řûy zemîn. bom derkewtin ke hezaranî le gwên xom sazyan dawe. herkes le erkî bêgar û çewsanewe kołî dawe gyanî dawe, ewîş wek quř le çînî dîwar xirawe, yan awa jêr çał kirawe. şaristanî û asewarî pêşînanim hate berçaw. guře û nûzey zordar û zorlêkirawanim hate ber gwê. her lêdan û cinêwdan bû; her pařanewe û giryan bû. legeł karwanî koylanda - ke bo kar deyan’ajotin - bab û bapîranî xom dîn, wêřay hemwan le jêr bêgarda demirdin. le katî awîlkedana - be ḧastem nûzeyan dehat - deyangut: çînî zorlêkiraw lêk cya nîn û hemû biran.

geřamewe xemxanekem; ke nawî mîwanxane bû. bo kiłołêk lew hezaran kiłołaney - ke nemnasîwin û biramin - namem nûsî. emeş deqî namekeye:

biray be naheq kujrawim!

to řoyştî, bełam dway toş êmey hejar, binaẍey şaristanîyetî gep û qebeman damezrand. le dway toş qamçî bedestan le pesta asogyan deda û dehatne wîzey bê hêzan. le dê, le şar, ko dekirayn; û řepêçek dedrayn; cele dekirayn; şetek diraw bo kar debrayn; karî bêgar. berdî zilyan pê dekêşayn; warşyan pê řadekêşayn. koşk û telar bo zînduwekan, gořî guşad bo mirduwekan, be şan û pîl weşandinî êmey gîrodey çareřeş dirust kira. bełam koşk û qełay berz û gořxane ’acbatîyekan - ke debûne cê ḧesanewey zordaran - kes êmey webîr nedehat; huner, hunerî ewan bû. êmey řenicder û xakeser, nawman le naw nawan nebû; karman le berçawan nebû. kes be bîrîda nedehat ke řencî bêwerî ême ew dezgayaney sazdawe û beşman wejêr lîç dirawe. be derdî kurde gutenî: «kałe diřaw çî pê nebřawe».

bełê bira gyan! le dway to - cige le karî bêgarîş - qułeçomaxî zordaran, êmeyan le ladê û şaran, kokirdewe; çekyan pêdayn; nawyan têdayn; be şat û şut û firîwdan nardyanîne şeřî dujmin.

‌- kam dujmin?

- dujminî xoyan. ême xo be kuşt deyn boyan.

- kê bikujîn?

- ewaney qet nemandîwin.

- be destî kê be kuşt biçîn?

- ewaney neyannasîwîn.

- kê debû yektir bikujin?

- ewaney wekû xot û xom, bê desełat û hejarin.

- em kuşt û kuştare boçî? em hat û haware bo kê?

- bo waney zil û zordarin; danîştûy koşk û telarin; le sayey ême bêkarin!

- şeř le ser çî?

- le ser ewe êmey koyle des be des bîn «şeř leser lêfey melaye!» zordarî kam la serkewt, tałanî jêrkewtû berê. êmeş małî tałanî bîn. xawen zorêk bête cêgay miftexorêk. bêgarî ew bo em bikeyn. berbarî her berbarî bê; pałanekeman bigořê.

kawraye zana witûye: «ewaney yektir denasin nayen yektirî bikujin; ewanî yektir dekujin ewen ke yektir nanasin!».

deçûyne şeř deyankuştîn; demankuştin. bawik û daykî zemîngîr û lekarkewtey le koxteda becê mawman, çaweçaw bûn biçînewe; zewî û zar daçênînewe; awedanî bêxudanî sûtêndirawî têkdirawyan serlenwê awa keynewe. bełan heyhat... le sed awat yekêkî nedehate dî.

- kê dekujra?

- bê kêl û naw, lew çoł û hołe denêjra. yan laşekey bogen debû; kesîş nebû řeḧmetêkî bo binêrê. firmêsk û ax beşî daykî zig sûtaw û xuşkî bira nemawman bû.

eger deşkayn awřûçû bûyn; kundebû bûyn; ber tif û ne’let dekewtîn. xo eger serîş dekewtîn, şanazî bo serkirde bû. nîşanî qaremanetî bo tîmsar bû; bo serdar bû; bo kabray xawen bêgar bû. ewî le kûlekey teřîş neba, nawî hejarî bekar bû.

biray fîr’ewnan gazekem!

ew fîr’ewney to detnasîn hîçyan neman. dinya gořa. be giftî wirya û pîtołan ’ademîzad pêşřeftî kird. berdikêşanî nêwan qahîre û eswanyan be hîç dana. gutyan leş hîç kare nîye. her gyan şerte. gyanit pak bê, karit çake. eşê gyanman perwerde keyn. xwa binasîn; bîperistîn. bo xwanasî û peristîn debê leş fêre karan hestin; hîç newestin. peristişgayan dirustiken. şwênî wa bin, şayanî şanî xuda bin.

eger caran - ême komełî hejaran - be nawî fîr’ewnanewe erkî bêgarman dekêşa, berd û kestekman dekêşa, emcare be nawî xuda xirayne ber bêgarewe. dîsan bezor naçar kirayn gaberdî zil be şan û milan řagwêzîn. eger tînûyn, eger nêzîn, eger westaw û bê hêzîn, gile nekeyn; wirteman le dem derneye. gaznide le karî xuda nařewaye û zyanî dîn û dinyaye. koşk û serseray çend nihom, be řencî şanî xot û xom, seryan gîra. berdî gewrey sipî û kewe û sûr û zerdî perisgayan le heştised û meşsed milyonî têpeřand; karî le jimareda nema. hezaran ehram damezran; bełam nawyan ehram nebû nawyan nira me’bed, heykel, peristişga, gunbez û qisnî terz û qoz bo çak û pîranî pîroz.

mesel dełê: «be keryan gut: mijdet lê bê kuřit buwe! gutî: barekem her bare». çendîn çerx lew derdeşda tilaynewe; bêwçan deçewsaynewe. bełam le naw berdikêşana, le cengey nawşan êşana, serkaran bo naw têdanman wayan be gwêmanda dadabû: ew xudayey ke ême xanûy bo dekeyn û boxoy le jûrî ’asmane, firyařesî bêçarane; dermanî derdedarane û de hanay zorlêkirawan dêt. lebatî mizî řojane, le wiçanî şewaneda û ber le karî beyananman, çawman debřîye ’asman û le ber xwa depařaynewe: xwaye! barman zor girane; hełînegrî. minałman le birsan degrî. berçawman tarîkistane. řûnakîyekman nîşan de.

le lay heykel û mizgewt deng dakewt: mizgênî le lanewazan! xwa pyawî diłpak û çazanî řaspardûn; pêy sipardûn lagîrî lê qewmawan bin. xoşî - xoşîman têkewt. bizey kałî humêdî tał, qaneqdîley lêwî dayn. çawî piřûş û biřawman bo asoy dûrî deřwanî. zorî nebird pêman zanî ke pyawanî ’asmanî le ser zewî dexulênewe. çunke řaspardey xwaşin nawyan lê nawin pêẍember.

zerdeşt, manî, bûda, kunfişyûs, fiłan, fîstar, be řwałetî bo çareserî êmey çareřeş dekoşin. serçawan hatin bexêrbên.

hatin çîyan kird? swêndeke be birayetîman her lûtyan pêda nehênayn. hejar û lê qewmawî çî? «řibe û gezî çî û cawî çî?» dway diłdanewe û qisey xoş, gifit û bełênî wała û boş, destûrî bêgaryan eda û řêgey koşkî zordaranyan egirte ber!

konfişyûs ew pyawî zana, hezar witey cwanî řana. êmey kirde hogrî xoy; keçî boxoy, xoy kirde pyawî derbar û le telar pałî dayewe. degeł şa û şazadekanda deçuwe nêçîr. êmey zwîr û bê pîrî her le bîr nema!

bûda necîmzade û şazade bû; terke dinya û azade bû. destî le jyanî xoş berda; xiłtey zułmî le ser derda; pend û amojgarî başî kirdîn. paşan çî kird? bo nîrwana dozînewe, bê hest xoy lê dizînewe û becêy hêştîn. ser’encamî hatnekey çî? hezaran xudaberdîne, hezaran heykel û me’bed, sedhezaran lama û kahîn, be řencî şan û pîlî me saz dirawin; têr kirawin; herwaş mawin û hîç katîş dwabřaw nabin!

zerdeşt le řex golî wirmê hesta; namey azadî le desta. bełam hênde řanewesta be derd û mergiman řabga. barî larman řast katewe; tozêk be serman katewe. be pelepel şeqamî bełxî girteber. le derbarî guştasbida pałî dawe û řûy nekirdewe em nawe. dezanî çî bo cêhêştîn? bêgar, bêgar. ateşkede dirûst kirdin; dar û awirdû bo birdin, heta mirdin. mîzî gay zerd û espender, bêgarî le řadebeder. eme bêcge le bac û xawe sandinyan. nan û bergî muẍ û mubîd û muẍbeçe û hezar core liq û weçe, kewte serman. zordar, goştin û qełew bûn nizar her kiz û lecer man.

manî peyda bû; heta bû, basî tarîkî û řûnî kird. le tarîkayî tirsandîn. çołeçray bo dagîrsandîn. gutman oxey be xwa ça bû tarî û xemman le ber řewî û zułim tara le ser zewî û řûnakîyekman bo peyda bû.

ba bizanîn mam řûnak çî kird?

bas û xwasî řûnakî be espayî wek tomarê be qaqezêk pêçayewe kirdye dyarî bo şapûr şakey xunkarî. kira be ampyałey zordar. le katî geme û yarîda, le cêjnî tacguzarîda, dîwan řazênewey şa bû. le ceng, le řaw, bo şeř û geř le tekya bû. le serendîb û bełx û hînd bekuştî dayn heta şikayn. ewsa fermûy: herkê le şeř jêr dekewê û le ber dujminan deřewê, toremey tarîkistane. kêş zor pyawkuj û azaye û le têberdan serdekewê, le řûnakayî gûrawe û pałî dawe be xudawe.

ey henasesard her xoman! êmey zebûn û barkewtû - ke hemîşe têşkawîn - eger le kar xelesawîn, le şeře şada kujrawîn. wata le řeşî xułqawîn û naşê her bîr le řûnakî bikeynewe.

biray le bêgarda mirdûm!

eger to le jêr bêgarî fîr’ewnêk û duwanda mirdî, êmey xizimit le xizmet hezaran fîr’ewnî tazekłida çewsaynewe; çemaynewe; le berdikêşan pişt cidew bûyn; bê birew bûyn. xunkaran, setan, hejaran be nawî xwa, be nawî dîn, le felestîn, le hînd, le çîn, çîn - çîn ’areqyan pê řiştîn; le jêr bêgaryanda kuştîn. behrey řencî êmeyan xward; xoşyan řabward. xoşyan tewaw le ême bward.

hezaran sał êmey řołey tarîkayî le barîkayî pisawîn. hertawe lem law lew lawe, gizîkar seryan hełdawe. be wirdî têyan řwanîwîn; be bestezmanyan zanîwîn, dîwyane kewî kułîwîn bo nemanxon?

hatûn xoyan lê gořîwîn. bergî fişufoł û heraw, kułke û řîşî şanekiraw, be zirîze û çend lîzge mûrû, lêman peřîwne lay jûrû. wirte û sirtey - ke êmey sade tênegeyn - leber xoyan wirtanduwe. gêj bûyn, gêjtirîşyan kirdûyn. pîkî zuřnay pêşînekanyan gořîwe. be nezmî taze dahatig, de bilwêryan tûřanduwe.

çonî xoyan gerekyane, êmeyan hełpeřanduwe. heta be xoman zanîwe, tořêkyan be serda dawîn; řaw kirawîn; zor be hasanî gîrawîn. le ber destyan bê çirpe û hest ta mirdûyn û le kar kewtûyn, her xurawîn û çewsawîn. carubareş ew řawkere fêłbazane benazane, le ser xwardinî nêçîran têk gîrawin. lêbřawin řawker, řawker bibřêtewe û le hejar kiřûsanewe, be tenya bimênêtewe. destyan le kar pê berdawîn. deng dirawîn biçîne şeř. şeřî min xor degeł min xor. şeřîş be nawî xezawe. xeza le řay bit, le řay dîn; bo biłêse xoş kirdinî ateşkede. êmey karger, êmey werzêr, êmey serçawey xêr û bêr - çarî naçar - ebê be heway şeřxiwazan xwênî yektirî biřêjîn.

arê bira! ba bot bêjim çon řabra.

paş çûnî toş be hezaran dêr û me’bed wek ehramekan û pitrîş be bêgarî êmey hejar serî gîra. nan û xwanî sed hezaran le bêkaranî gizîkar, ême daman. serbarî kar, xwên û goştî xoşmanyan pê řewa nedîn. kuřman, kîjman, dekiran be qurbanî bitan. seryan le ser sekoy me’bed û mezbeḧ jê dekira; xwênyan deřja. deyangut xwa tamezroy xwênî hejare!

biray le xaka řizawim!

eger êsta bijîtewe û le bin berdan wederkewî, karwanî xwênawîy êmey xizim û hawkaranit bête berçaw, yan gwê le çîrokman bigrî, boman degrî; dademênî; řademênî. têdegey ke êmey paş to hezar hêndey koyle û bendey fîr’ewnekan çewsênrawîn; řetênrawîn û bê sûç û tawan kujrawîn. ême serbarî fîr’ewn û qařûnanî zemaneman, qułe kwêxay xudakanîş xwardûyanîn. sê beş le pênc beşî êran - awî û bej û deşt û kejî - bibuwe mułkî mubîd û muẍ û awirg û awirxoşkeran. be nawî ahûremuzda, be nawî xway tarîkî û řûnakayî, êmey negbet - xotasayî - řûnakîman be çaw nedît. ta mirdin bêgarman dekird. kêşman le jêr erka demird, dexraye naw bodřêkewe. be yekî zîndûy bekartir cêgeyan piř dekirdewe.

çwar le pênc beşî urûpa, pap û keşe û kardînał û esqef û şemas û firêr be nawî yesû’ û marî biřyan dabû; mułkî xwa bû. le naw xoyan beş kirabû. beşxuraw êmey hejar bûyn. êmey kirêkar û cûtyar, řût û nedar, ewe hîç ke beşman nebû, zatî ewendeşman nebû beş dawakeyn.

her le bêşkewe heta goř, gwêman piř bû le basî jîlemo û agir, agirî dozeq; çizûy dûpşikî kilk pan û mar pêwedan. degeł setan qisey nesteq û řeq û teq, herçî dekirê karî xwaye. xwa lay waye bo borepyag wa xastire le geşe û xoşî bêbeş bê; çareřeş bê. nan û aw û cilk û pêław bo kwêxay xwa û necîmzadan berhem bênê û be beşî bêbeşîyekey xoy qinyat bika û bisaçênê; nebołênê. pyawanî hełbijardey xwa netorênê û dîn û îman nedořênê.

tenanet bo negbetîman ewey weçey hejarîş bûn, katê debûne xwêndewar û zana û bekar, le xoman detekanewe; tekyan eda be tekî zordaranewe û hore debûn le qełşînman.

zana û danay wek erestû, gelêk zanay tirîş wek ew, binyademyan be çendîn çîn dabeş dekird. gwaye xuda desteyekî bo patşayî, komełêkî bo zanayî, řeweyekî bo kwêxayî quř şêlawe û xiřî dawe. zorbey zorîş - ke řemekî û ḧeşamatin - boyey kirdûn, xizmet bew sê cune biken. eger ew zorbe berbare nirke bika û le řenicdan xo bidzêtewe, pîs û bêfeř û dizêwe û le bezeyî xuda bê beşe.

karman geyşte řadeyek wa bîr berîn xwaş dijî hejarane û lagîrî xawen zorane û destî degeł gelxorane.

le naw ceẍzî nahumêdî xulman deda; tilman deda. awatexwazî û humêdî řizgarîman, car le dûy car, wek befrî par detwayewe. keçî le piř û nekawêk gwêçkeman zirîngayewe, qaw dakewt: mijde le bêdesełatan! pêẍemberêk le şarêkî piř le bit û bitxanewe peyda buwe; dełê xwa minî narduwe de hanay lêqewmawan bêm, ba biçîne lay.

êmey jêrdest, êmey bêdest, serî zimanî xoman gest. heyaran! ew pêẍembereş - wek ewaney carî caran - neka fêłbaz û pyawxor bê. be nawî xwa ême bixiwa û lebatî řizgar kirdinman, toq û zincîrêkî taze bixate mil û gerdinman.

gutman: em pyag xase nwêye, xełkî kwêye? şazadeye? begzadeye? çikareye? axo be kêman defroşê? kam bêgarman lê zyad eka? emcare kê demandoşê?

gutyan: nexêr! em pyawe pyawêkî tire. le binîçey hejarane. be sêwyetî hatote em cîhanewe. zorbey jyanî - be nocwanî - be şwanî guzeranduwe; ajełî leweřanduwe. xoy hejare, kirêkare, le derdî me agadare. xwa her boyey narduwe be çareřeşan biçarê!

- qisey çîye?

- qisekey qisey xoy nîye; qisey xwaye. dełê xwa řayspardûm pêtan biłêm: bawî pyawî zêřdar û zordar beserçû. řoj, řojî çewsênrawane. bêgar û kiřûsînewey bê deretanan tawane. zil û qirxin, xepe û wirgin, řeş û sipî û bor û çiłkin, kes le kes gewretir nîye. hemû le kin xwa wek yekin. serzewînî pan û berîn, be kelepûr bo ewane cêdemênê ke pyawçakin û pêy deçarên. le řojî zîndûbûnewe be kes nałên to kuřî kêy? le kam tîrey? necîmzadey yan borepyag? her kirdewe dête ḧesaw. tołey kołe le şaxdar desênrêtewe; połay zordarî nalebar be haławî sizay xwa detwênrêtewe.

gutman: qise çî tê naçê; bîbînîn û akar û kirdewekanî hełsengênîn. çûyn û dîman: binyademe xomaneyek, xanuwekey koxtey quřîne, be more û çîne û hełaşe, le małî kes cwantir û girantir nîye. bê baweşên lew germaye, řayexî gełay xurmaye. bê tentene û bê sensene û bê xizmetkar, boxoy karî xoy pêk dênê.

dîman witar û kirdarî beranberin. bîlal koyleyekî xełkî ḧebeşe û birş û řeş, le cergey yaranî ewda payeberz û xawen beş bû. selman nawêkî êranî, kone koylêkî derbeder, kirabuwe xizmî pêẍember û zor leser bû. ebuzerêkî ẍîfarî pêxwas, bêkiras û kes nenas û çadirinşîn, bibuwe yarî xoşewîstî. setan û hezaranî wa (le hejaran û bênawan) xirabûne řîzî pyawan û bibûne nazdarî bawan. baweřman hat ke ew pyawe le lay xwawe bo çarî derdî hejaran nardirawe û cige lew, kes çarman naka.

le mubîdan, le xunkaranî sasanî tekîmewe. be sîney baz xom hawîşte ber dałdey ew dîne nwêye. legeł aporey řenicder û xakeser û řeş û řût û qul û koyle û derbederan - le jêr ałay îslametî - ḧesamewe. birayetî û beranberî berey miro - le sayey dînî tazewe - taze lay kird be lamewe. gutim oxey awatî hejaran pêkhat; karman řêk hat. bełam dax û hezaran ax, her le dway wey mangî geşî řojî jînî ew hejarperwere gewre sayeçewre lew dîw asoy koçî řwałetî penay girt, wirde - wirde û bere - bere kewtînewe naw tarîkî û lecerî û nawqed barîkî û çûynewe ser deqî pêşû: erk û bêgarîy bêtêşû.

biray le naxî axaş be daxim!

eger borey dewranî kewnara çûbûn, bazey taze be nawî dîn û dîndarî, řê û şwênî kewnyan řeçaw kird. tîr le kewan, şîr hełkişaw be deşt û dera biław bûn. le paş kuştarî xwênawî, hest û nist û puxt û xawyan be tałan bird. jin û kîj û pyaw û lawî nekujrawyan kirde yexsîr. mil be zincîr, be řakêşan daye pêş û le bajêran be ẍerîbî firoştyanîn. bûyne dyarî destî kwêxa bo serdaran. bûyne ajełî aługoř bo firoşyar û kiřyaran.

mê dexrane ḧeřemxane û nêr dekirane zeḧmetkêşî bexořayî. nawîşyan lew kare nabû, ’edałetxiwayî xudayî.

kako! eger to fîr’ewnêkit dît, bêgarî fîr’ewnêkit kird, ême hezaran fîr’ewn be nawî xelîfey xuda, xelîfey pêẍemberekey, xelîfey xelîfekanî - awî awî kerwêşkeke! - hatne serman. be zebrî şîr dîsan xiraynewe ber nîr. řencî sałman be nawî serane û zekat, be nawî xêr û ḧesenat ko kirayewe. boxoşman le gund, le mezra areq řiştin; le jêr bêgarda xokuştinman bo mayewe.

çînî hejar, çînî nizar dem le pûş û henasesard be derdewe detlayewe û kes awřî lê nedayewe.

biram! diłit her be xot nesûtê. ême gelêk le to pitir derdiman kêşa; berdiman kêşa. koşkî kesk, mizgewtî şîn, burcî sipî û sûrî sengîn û řengîn û çendîn çîn le şam û beẍda û qahîre û endeles û mełbendî zor û zebendey sed ewende be şan û pîlî kiłołan be nawî xwastî xudawe hełçinan û seryan gîra.

dîsan - wekû meřî bêşwan - le byabanî sergerdanîda mamewe; xulamewe; çewsamewe; deretanim bedî nekird.

bo kwê biçim? řû le kwê kem? biçmewe lay muẍ û mubîd? mar her mare. ewanîş demřûtênnewe; ewanîş be nawî yezdan demxon; demkiřûsênnewe. biçme ber dałdey ewaney dełên êran le dagîrker řizgar dekeyn? ca be min çî? pêşînanman gutûyane: «bo bêhêzî destewstan germên û kwêstan her yeke». ewanîş newe û netîcey ew gurganen ke hezar sał êmeyan xward; le mafî ême xoyan bward. gerekyane çingałî hełkiřûzawyan, peřupoy hełpiřûzawyan, be şełtey goşt û xwênî me, dûbare bibûjêtewe. çiřnûkyan dirêj bêtewe; tûk hełesûn bênêtewe. bişîşênewe cestey gel! gelî hejar biçtewe ber bar û bêgar. bo min eger řemezane û şeşekane, beşim her jem û nîwane. eger gurge, eger sware, yeke bo berxî bêçare. eger min her bêgar bikem, ferqî çîye bo mizgewt yan bo awirge kar bikem?

zorkes le paş pêẍemberîş be nawî îslametîyewe be qisey xoyan boye hatûn ewî pêẍember be nyaz bû bo damawanî dekar ka û derdî derdedaran çar ka, emane neypisênnewe û heta ser le serî biřon û be nawî ew ême nexon. keçî le çareřeşîman le hezar yekyan řast nebûn û legeł hejaran xas nebûn. take - takeyek hełkewtûn ke be gyan û dił lê biřawin layengîrî hejar û lêqewmawan û dijî zordarî û tawan bin. bełam sed ḧeyf û mixabin, ewaney bo ême ça bin le beranber berey gelxor û zordaran - ke behêz û fêłezanin - be hîç awayek natwanin be awatî pîroz bigen; hejarxor le nawyan deben. bo nimûne yek lew pyawe diłpake hereçakaney bo tîrey damawan jyawe û lê biřawe le çing gurganman

xelas ka û ser û małî xoy û minałî bo řezay xwa û řizgarî ême danawe, ’elî buwe.

- ’elî kê bû?

xizim û kes û zawa û yarî pêẍember bû, le azayî û zanayîda bilîmet û bêwêne bû. bew huner û cewherewe - wek min, wek to - erkider û karger bû. ’elî le suqřat jîrtir bû; bebîrtir bû. bełam berhemî bîrekey ne wek suqřat bo çînî hełbijarde bû; bo azadî û řizgarî êmey kizî barkewte bû. le witardan «dîmustins» tay nedekird. bełam wekû dîmustins min - min û xom - xomî nebû; xoy hîç katêk lebîr nebû. herçî deygut bo ême bû. le «busu’e» demřast û demparawtir bû; bełam wek ew le derbarî «lu’î» xoy nekirdibuwe serbar û be xunkarî hełnedegut. dehate der; le naw çînî derbeder û xakeserda qisey dekird; awřûy fêłbazanî debird.

mêjû dełê: «sipartakûs» bo řizgarî quleřeşekan cengawe. bełam ’elî bo hemû beşxurawanî dinyay firawan koşawe. le ser mafî le desçûy hî wek min û to, le řûy zordarî dagîrker řapeřîwe; şîrî le kalan kêşawe; degeł neyaran cengawe.

’elî wêjer û wêjewanêkî sertopî dewranî xoy bû. bełam nek wekû fîrdewsî ke le naw şêst hezar dêřda take carêk derbarey hejarêk bidwê: kutik weşên şořş bika û serî zordarî ḧezya û mar pan katewe û la le hejaranî xizmî bikatewe. bełam mamostay çiłkawxor ew kare pyawaney kaweş be nîweçił be cê dêłê û megîranî be beçkezordaran deka. karî kawey řind û pesen be fereydûnî nařesen - ke le binemałey gurgane - tewaw deka.

şê’rî ’elî, witarî cwan û řengînî, wek lafawêk pûş û awmałkî xemgînî le çewsawe û lêqewmawan řademałê; bergî dizî û gizîkarî le ber gurganî xurî poş dademałê.

’elî ke dełêm zana bû, wa tênegey wek kahînanî dewranî fîr’ewnekan yan wek mela û şêx û muctehîdanî êsta bû: be nazewe, be cilubergî tazewe, pitew, qełew, le pałewpişt pał datewe, her bîr le zêř û zêwî zor, le çêşt û le nan û pêxor bikatewe; cige le xoy û le kuř û xizmanî xoy, bîr le hîç şit nekatewe. êmey bacder û řenicberîş le bîre xoy bibatewe. ’elî be birînî şîrewe xełtanî xwên, nwênî le borya, le kwên. ke debîstê jine cûlekêkî hejar zułim û naheqî lê kirawe, hawar deka ay lem şerme nařewaye! pyaw eger le ḧeyfan bimrê, kes nabê serkoney bika.

’elî le naw çînî nedar hełkewtibû; zana, wişyar, aza, bekar, dest û diłpak û akarçak, le řêy bijîwda xebatkar.

bełê zor zana û dana bû; belam nek wek ew zana nasrawaney ke min û to nasîwmanin û deyannasîn: zanan bełam hîç karêkyan le des naye; des be karin bełam le barî nazanin. eger zana û bekarîş bin, pyawî şimşêr weşandin nîn. eger zana û dest bekar û azay şeřn, dest û dił û dawên pak nîn. eger dełên xwaperistîn, xwaşyan dewê xurmaşyan dewê; eweş hergîz řêk nakewê. ’elî bew hemû cewher û hunerewe - ke le hemû layekewe xoy takeswarey meydan bû - xwaperistî beřastî bû. cige le xwa û cige le hejaranî lêqewmaw - ke xizmetyan řezay xwaye - bîrî le hîç nekirdewe. bergî cengî le řêgey xuda poşîwe û le ser heqî êmey hejar şerbetî mergî noşîwe.

’elî xebatkar û pałe, řencî eda, behrey řencî bo yaranî hejarî bû. kerêzkene, paç û qułing deweşênê, aw derdênê. xizim û kes le xoşyan detrîqênewe. bełam ’elî mewda nada ew diłxoşîye heta ser bêt; dełê mijde bo xizim û kes û karî min ke lem awe tinokêkyan bernakewê. awî jêr zewî medîne bo ew tînuwe bêtînanes ke destikurt û belengazin û awxiwazin û twanay awkiřînyan nîye.

baxewane, le katêka ke xêzane beřêzekey - kîjî řaspardekey xuda - le naw cêgeda kewtuwe û xerîkî awîlkedane, ’elî le naw xurmacařî berey neccař, çing xoławî, leş tozawî, binkoł deka, aw dedêrê; wişkełan hełdepertêwê; diřk û dałan bijar deka; bo bijîwî xoy kar deka. bełam nahêłn kar bika û xem le ser hejar tar bika. berey koşk û telarsazan, řewey desbiř û fêłbazan, deyanzanî ta ’elî bê, boyan nalwê be řaşkawî espî çawçinokî taw den, hatin çîyan kird?

- be nawî qur’an û ayîn - be fitway xudafroşan - ḧeşamatyan lê xiroşand û be gijîda çûn. katê dîtyan berey hejaranî ’elî zoryan deba, kewtine barî gizîkarî. quř’an be ser řimbanewe bo tika hatne meydanewe. musułmanî sawîlkey lagîrî ’elî firîwyan xward û xoyan bward. tełey quř’an karî xoy kird; ew lagîrey damawanyan be fend û fêłan le naw bird.

’elî be şimşêrêk kujra ke ayetî fermanî cîhad bo xuday le bałçuẍey hełkenrabû.

meydan bo fêłbazan çoł bû. hejarxor bawyan hatewe. serlenwê hatnewe serman. be nawî xwa, be nawî xelîfey îslam xwardinman des pê kirayewe.

kuřî ’elî biřyarî da le ser şwênî bab û bapîrî xoy biřwa. biřway wabû debê destî zordar le ser bêzoran laberê; le beranber dagîrkerî dinyaperista řapeřê. bełam ewîş be fitway mêzerbeser û řîş pananî ew zemanî -be dinedanî zordarî pyawkuj û zêřdar- bew behane ke ḧusên û peyřewanî le beranber dujminanî be řwałet musułmanda kemayetîn, be pêy ayet kemayetî le zorbe yaẍî, xwên û małîşî ḧełałe; ew diłsozî hejaraneş le naw bira. her lewsawe řojî xoşî bo çewsawanî bêtawan le musułmanan be ser çû. destî zorbey řût û bor û firîwxorman le paş nemanî emane le binî hemanewe derçû. ew îslamey ke le sayey nasînî yek xwa, yek řûge û yek quř’an bibwe hewênî birayî bê merayî û beranberyetî û tebayî hemû çînêk, le komełda, lêk hełweşa; beş - beş kira; obałî bawkî yektirkuj, kewte milî newe û netîce û nedîdey aga le hîç nay bêpena.

be setan le gizîkaran, le hemû der û aqaran bo berjewendî zordaran giftî sifit û mifit û řast û çeftî dijî yekyan le ziman pêẍemberewe hełbest. hezar manay corawcoryan - bo natebayî nanewe - le quř’anewe hełkiřand. be hezar naw û natore le yektirnan, pêk hełpiřjan. êmey jêrdeste û sawîlke û destewestan û xawîlkeş her taqmêkman be heway sazî fêłbazêk kuřřegwê bûyn û hełbezîn û be gij yektiryanda kirdîn.

be nawî sunnî û şî’ewe, be nawî tołey tawanî bawanî hezar sał mirdûy řabirdû, be nawî cebir û îxtyar, be nawî qadrî û çeştî, be nawî dwazdeyî û heştî û be heşta hezar nawî tir, êmey řenceřo û kirêkar le yektir heławardirayn. sereřay ewey ke xurayn têk berdirayn; ta serman qał ken be qûle û neka hoş bêtewe berman û le dûy derman hełweda bîn.

le cyat emey beranber be yasay qur’an yek bigrîn û wek yek bijîn, bûyne desxeřoy xwênmijan. wêřay zibarey nařeway pêman deken, be gij yektirîşmanda deken. herkes kujra be qisey fitwaderî noker, le řahî xuda kujrawîn û ḧewałey beheşt kirawîn. eger maşîn, bo xizmetî ewan başîn. eşê behrey řencî sałman, pêwîstî jin û minałman, bikeyne dest çend qełewêk ta le qełewî nekewn. êmeş qanî’ bîn be beşî çareřeşî û miteqman le dem derneye; ḧeqman ḧewałey qyamet bê.

biram! bełam wek pêşînan gutûyane: «her załmey zewałêkî hes.» ewaney be fêł û gizî bo hejar xwardin û dizî yekparçeyî musułmananyan hełweşand, be dabeş - dabeş kirdinman bêhêz û bêpêzyan kirdîn, xoşyan ta ser xoşyan nedît.

zordaran û gelxoranî berî ewberî deryakan - ke wekû dał le şwên kelakan degeřên - le çendiberekî û nařêkî û keneftî û kałay be qîmet û neftî ême wexo kewtin. be nawî şaristanyetî sipîpêstan, be nawî awakirdinewey wêranbûy wiłatanî tir, hêrşyan hêna û demyan tênayn. gewre û giçke û sipî û zeřî û řeş û boryan kirde ajałî doşîn û hemû řenc û têkoşînman be řêy awda berew řojawa bar kira. le beranber em kareda be nawî ew azadbûney ke xoyan nawyan lê nawe û le řastîşda bo hoş kuştinman jehrawe, kirdûyanîne koyley xo û tegbîrî serbexo bûnî xomałîman le mêşk û dił, datekawe.

gelanî gelxor û zordar -ke nawman nawin îsti’mar- fêryan kirdûyn xoperist bîn; pûłperist bîn. herçî ewan pêman dełên gwê le mist bîn. ême bûyne kûpey hełpesardey ewan. herçî xişt wixał û eyaẍ û kar pê nemawî ewane be gerûy êmeyda deken. hemîşeş karî wa deken ke be hîç bar yektir negrîn. le cyawazî û şeř û şûr û berberekayetî ême behre berin.

keçî le ser ew ḧałeşřa pyawe pîroz û meznekan (mela, axund, şêx, muctehîd) - ke xoşyan zedey bêgane û dîlî ew řozîberanen - her le ser bezmî xoyanin û awregrey çendiberekî û lêk cyawazî xoştir deken.

êstaş herkes le nwêjîda destan bigrê, hêndêk dełên sizay waye le dar bidrê. kê ser we ser berde morêk bika, lay desteyek le dîn û ayîn laydawe. puxtey witar tefreqe her wek xoy mawe û le sayey em tefreqeyeş tan û poy musułmanetî hełweşawe û ałozawe û karî dîn dujmin le bawe.

hejarekey le bêgarî fîr’ewna mirdû!

min ke hejarî em çerxey penca çerx le to dûrim, penca ewendey çînî to deçewsêm û řenc xesar û be azar û le bêgarim. tenya çarim her ewende le berçawe xwa awez bida be gewre û giçkekanman ke biçnewe ser řê û şwênî řasteqanî xuda û dîn û quř’anekey ke řêy řaste û hemû xwastî ’edałet û lexoburdin û yekyetî gelanî çewsênraweye.

be awatim nawî «’elî» ke sê pîte û her pîtey řemz û nîşaney xoşî û pît û serkewtine, bikirête sermeşqî gişt û lêy la nedeyn.

’eyn (’) wata ’edałet û lam (li) řemzî lexoburdin û yê (y) řaspêrî yekyetîye. yanî ’elî wîstûyetî dest le sê řewişt bernedeyn:

’edałet, lexoburdin û yekyetî.