yek le penay xał û sîfrî bê biřanewe

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 11 minutes  5918 views
yekê hebû, yekê nebû
cige le xwa hîç kes nebû
hîç her nebû
ew xwaye tak û tenya bû
dilovan û diława bû
deydî, deybîst, cwanîy dewîst
wazî le karî řewa bû
bêkarîy la pesind nebû
nalebarîy pê řind nebû
le nebûn xoşîy nedehat
ḧezî dekird le bûn, le hat
xuda lagîrî huner bû
dirustikar û dahêner bû
 
ba bizanîn ew xwaye çî kird?
 
hewrî saz dan gewał-gewał
berî dane heway betał
gewałehewrî le çî kird?
le denke tozqałî zor wird
ew denke tozqałey komin
wirdîley hêzî etomin
her wirdîley xorêk lenaw
be estêran dewredraw
lew xore çerx û xulyane
***
sirwey tekander engûtin
gewałehewr bizûtin
wek çî?
wek dûkeł, wek gêjaw
wek gêjełûkey zor betaw
awrîngî hênan beguř bû
berhemî biłêse û giř bû
giř kowe bû le dewrî xo
binyadem nawî lê na: řo
řojîş etomî gewreye
çend estêrey le dewreye
be dewruberya xul exon
her xwa dezanê çend û çon
***
binaẍey jyan damezra
le zerya, le bej, le mezra
qewze řwa, gya derkewt
dewen derhat, dar serkewt
çiłmoke gyanî hateber
dinya piř bû le canewer
canewerêkyan miroye
henbaney řast û diroye
çakyan heye le baş çatir
heyşe le şeytan xiratir
***
- jîn le çîye?
- awêk, towêk
tomî gyayek lejêr xaka, zor hełnaka
ser derdênê, şîn denwînê
be xoda dê, debête çił, debête guł
nemam debê be şengedar
gełaye, like, mîwe û bar
pîr debê, wişk ebê, epwê
le towekey hî tir deřwê
***
diłopêk aw:
pize, sawaye, mindałe
lawe, sereye, patałe
le hełsûř û dasûřdaye
ewîş wêney dar û gyaye
çiray jînî degujêtewe
le xaka ser denêtewe
tomekey hełdedatewe
jyan dest pê dekatewe
jyanîş her le xuldaye
awat û nyaz xoryetî
gyandar yekê yan hezaran
le řêy jîn û bûjanewe
sał û mang bebê sanewe
bedewrîda sergerdanin
wiçan û pişû nazanin
deřwên, deřon, deřwênewe
degwên, depwên, detwênewe
***
yekê hebû, yekê nebû
cige le xwa hîç kes nebû
hîç her nebû
dinya le nebû hate dî
heway berz, zewî newî
řoj û estêrey bê jimar... berey gyandar û gya û dar
nedyar û berçaw, herçî bûn
bê wiçan û pişûn, debzûn
berew kwê?
berew mirdin û jyanewe
wişkibûn û hełdanewe
řoj û şew, tarîk û řûnî
geş û sîs, bûn û nebûnî
berzayî, nizmîy, kem û zor
kewtûne xul le dewrî xor
***
yekê hebû, yekê nebû
cige le xwa hîç kes nebû
hîç her nebû
gemyey cîhan lengerî girt
xanûçkey jyan serî girt
zewî, ’asman, twê leser twê
panayî le kwê heta kwê
bê gyan û gyandar, giçke û zil
zemend û mêrg û pinc û qil
wirdîle û dirişte û nawend
řûbar û deryay xuř û mend
kurt û dirêj û pel û qûł
bê wiçan kewtine cim û cûł
hîçî wiçan nada tawêk
xul dexon berew hetawêk
***
to biřwane!
hemû şitî em cîhane
eger siře, eger çiře
eger wała, eger piře
giştî xiře.
mang û xor, zewî, estêre
hezar hêndey tir bijmêre
atom, gilûy xwên, tom û ber
bijmêre le hejmar beder
ger bepelen, ger leserxon
ceẍzawceẍiz dên û deřon
xak û aw be şar û dêwe
eger deşte, eger kêwe
eger gya, eger gyandare
şew û řoj, sibe û êware
hemû dem û kat û satêk
hemû çaxêk, hemû katêk
be sał, be mang, be řo, be şew
ceẍzawceẍiz kewtûne řew
řû be hetawî xorêkin
giştyan le xuldan corêkin
***
yekê hebû, yekê nebû
cige le xwa hîç kes nebû
hîç her nebû.
biłind hebû, newî hebû
’asman hebû, zewî hebû
estêrey zor û mang û xor
hezarî nadyar û peyda
le betałayî bê peyda
komayekyan pêk hênawe
lay ême menzûmey nawe
menzûmey tirîş zor zorin
komełgay estêre û xorin
çendin? hezar? nexêr, milyar?
zortirin, nahêne hejmar
feza zor pan û biławe
aferîdeş bê ḧesawe
herdî me, yek lew komeye
tinokeyek lew gomeye
***
eger to be jimare fêrî
etewê xwakird bijmêrî
qaqezêkî dirêj řaxe
be’îştya şanî lê daxe
yek binûse bîke be de
bîke be set wiçan mede!
bîke be hezar be milyar
xał danê be hezar-hezar
qaqez biřa, hî tir bêne
be xałanî binexşêne
hełçořa em merekewe
merekewî tir bigrewe
ta detwanî xał danê, xał
mepsênewe be mang, be sał
to mandû bûy bîde be min
hezar hawkarîş her kemin
bê wiçan xot û hezaran
be şewgaran, be řojgaran
hemû dem, hemû katî sał
le pena yek xał řîz ken xał
xew daygirtî, yan nanit xward?
le xał řîzkirdin xotit bward?
ba kuřeket, ba neweket
biçin leşwên kirdeweket
xot û hawkaranî pîrit
hawseferî zemîngîrit
bo gemey wext řabwardin
xerîk bin be xał bijardin
her yeke û xał bê biřanewe
gêj debin le lêkdanewe
***
pîrî lerzî lekarkewtû!
zurhanî le cêda kewtû!
bêkar werkewe, bîrkewe
xot xałî bepał yekewe
dêtewe bîrit minał bûy?
şilk û sawa, kirç û kał bûy?
tawêk leser sing exzî
degryay leber weřezî
des be řewřewe degeřay
bedes hełgêř-wergêř dekiray
zil bûy, fêrbûy xał bibjêrî
le karubar xo bibwêrî
gewretir agayan lêt bû
day û bab hîwayan pêt bû
pile-pile berejûr çûy
pêt naye setewe, pîr bûy
çûytewe deqî mindałî
nebege û şilî û betałî
heta sawa û leberçaw bûy
gemecařî day û baw bûy
êsta lepaş deyan sałan
bûyte gepcařî mindałan
xwênşîrnoke bûy be kałî
êsta mindałî xwêntałî
***
řakşê! dakşê! bîrkewe bîr
pêştir çi bûy minałî pîr!
jin û pyagê pêk geyştin
be çaw, be dił, têk geyştin
diłopêk lew, tinokêk lem
lenaw pizdanêk kiran cem
têkeław bûn bo tewawbûn
gûra êsqan û goşt û hûn
no mang, no řoj û no seḧat
çaweçaw bûy ta nore hat
etoş wekû cûcîley mel
maytewe ta hełkewt hel
tokiłit şikand perdet diřand
berew jîn lemperit peřand
to le cûck bê hêztir bûy
bêderetan û pêztir bûy
ew dêteder be cûkecûk
bo dan ekutê pel û dindûk
bełam to pilegoştê şil
ne pel, ne mil, ne guř, ne til
çawnepşikutû, gwênebîs
tewezel, negrîs, sîs û pîs
lenaw bêşke qetîs û gîr
miłçey lêwit dehat bo şîr
zîqet dehat, şîrit dewîst
degryay, debne xot demîst
êsta çîy? le paş sed sałî
çûytewe deqî mindałî
çaw nabînê, gwê najnewê
danit nema, şîrit dewê
yexsîrî lenaw cêgada
moẍeret zewî bernada
le weřezîyan aẍłeb xewtûy
bê hêz û pêz, lekar kewtûy
her sê karit mawe le jyan
xwardin û řînewe û giryan
***
wadey koçe
gerek sazdey saz û berg
bo kwê bexêr? berew merg
le xak řwawî, sed sał jyawî
deçyewe naw xak, xakawî
depwêy, deřzêy, debyewe xoł
ba detpiřjênê le çya û çoł
beřwałet hîçit namênê
bełam giłit gya deřwênê
jîn biřanewey bo nîye
basî min-min û to nîye
toş û zewîş û beharîş
begyan, bê gyan, berd û darîş
estêre, ’asman, mang û xor
debin, deçin, be hel, be nor
herçî nawî aferîdes
berçawe ya dûredîdes
giştî le sûř û xuldaye
win debin û dênewe kaye
to! to! miroy pwawî naw xak!
eger karçak bî û jyan pak
benawî çakit her mawî
beyekcarî nefewtawî
***
were řûnê minałî pîr!
boy řamêne! bîrkewe, bîr!
jimarey menzûme çendin?
estêrekan çend ewendin?
yek û xał danê hezaran
be milyonan, be milyaran
be bist, be gez
be ẍar, be bez
be mang, be sał
xał danê, xał
řêzyan bike, byanke hawêr
detwanî bîjmêrî? nexêr
qaqez bêne be top, be bar
merekew be teşt, be teẍar
binûst dare? qamîşe?
dade! be baqe, be gîşe
binûse! xet de, xał danê
kê detwanê hemûy řanê?
jimarey menzûme çendin?
estêrekan çend ewendin?
gya û gij, hewa û kij, mel û mûr
xizok û gezok, nerim û zûr
çiro, miro, newî, berz
lebar, dizêw, naḧez terz
herçî lem serzemîneye
çî lew ’asmane şîneye
çî le derya, çî le beje
çî le deşte, çî le keje
çî dyare, çî berpîware
çî be gyane, çî gyandare
bûn, nebûn, merg û jyanewe
řêzêk sîfirin bê biřanewe
lepêş yekê řîz kirawin
yek nebê giştî bê bawin
***
biřwane çone ew yeke
ew hemû sîfrey leteke
wişey sîfir wata betał
bê yek, bêkarin nuxte û xał
yek heye xał dête jimar
yek deka be hezar milyar
dû, sê, çwar, pênc û şeş û ḧewt
heşt, no, de, herçendî serkewt
zincîrey deyan ser û xwar
set- set ta degen be hezar
hemûy her yeke û çend xałêk
hemûy weç û berey małêk
xawen mał yeke, yek sere
çend sîfir û xałî lebere
bê yek hemû şit betałe
kêłgey qaqře, kirałe
yek baqîye, baqîy pûke
sîfir betałe û ceẍzûke
bedewr xoya dexulêtewe
berew xoy degeřêtewe
bizoz bê yan bida heda
naçar ser le boşî eda
her pûçe ta bê hewałe
sîfir ceẍzêkî betałe
ta teke zor bê birewe
legeł yek hêja û pitewe
xał ba lay yek pałdatewe
hîçga xoy dûr nexatewe
***
to! toy minałî dwênê kał
taze pêt nawete naw sał
toy tazelaw, be guř û taw
le xak derçûy, le xoł gûraw
hîç bûy, xałî nawbetał bûy
cwan bûy, zor şeng û şepał bûy
bijî, bijî ta pîr debî
sedsałe û zemîngîr debî
debyewe mindałî dwênê
mindałêk řîş debziwênê
bo kwê deçî? debê bimrî
miził le twêy xaka bigrî
ebyewe xoł, ebyewe gił
nim dekêşî, debyewe çił
pinc û laskit deřwêtewe
sîs debê û dewerêtewe
gêjî lem çerx û xuletda
çî dê bem bîre kuletda?
hîç bûy! sîfir bûy! betał bûy
kał bûy! datułay, jêr çał bûy
hezar car biçî û bêyewe
sed car sîs bî û biřwêyewe
ta xałî bernyay, wałay
le dewrey betałî hałay
bełam eger şwên yek kewî
herçî xot pêt xoşe hewî
nîşaney legeł «yek» bûnit
bełge bo derawî řûnit
gerek xot lebîr beytewe
awiř wexot nedeytewe
bijî bo xizmetî xełk
bibî be xałî bekełk
***
to! toy taze nemam û law
wazbêne le bîrî biław
ałqey ceẍiz yekla kewe
bibe řêge, we çya kewe
ser derxe le awedanî
ta tamî jyan bizanî
bibe be cobar, be řûbar
paraw ke mezray çend hejar
ewsa deřjêye deryawe
bo jyan debye serçawe
to ke jyay bo damawan
bo hejaran, zor lêkirawan
řoj le řojê biłinditrî
lay xełk û xwa pesinditrî
bes sîfrokey ceẍzûke be
şepol be, gêjełûke be
ba guřet bê, bigirmêne
diřk û pîsî řařfêne
hełemût be lenaw çya
dar beřû be lenaw gya
***
bełê gyane! baş bizane!
ewî lekare her yeke
bê ḧesaw sîfrî le teke
estêrey zor, zor mang û xor
’asman û zewî, kem û zor
herçî lew naweda heye
her şitê aferîdeye
sîfre û her yekê ḧesawe
giş bew yekewe lebawe
yek û sîfrî bê biřanewe
wek zanîwte bîzanewe
***
yekê heye, yekê nîye
cige le xwa, hîç kes nîye
hîç her nîye.