pêşekî

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 7 minutes  2847 views

musułmananî řûnakbîr, ebê be şeş řawêj, degeł şeş desteda bidwên: řûnakbîranî lawekî, birayanî haw’ayniman le dewrewe, řeş û řûtî şaristanî, gundinşînan, çînî jinan, tazelawan.

em namîlke heweł derse bo sê deste:

tazelawan, ke wa taze bay bał deden; bo ew pyawe zilaneye ke her mindałane dejîn; bo sermeşqî nûseranî xomałîye.

 

mindałekanman deyzanin:

pyawî hejar, pyawî bê hêz -ba çakîş bê, ba pakîş bê- berçaw nîye. nedar sûke le ber çawan; naxrête naw řîzî pyawan. kes feqîrî pê pyaw nîye. bełam herkî xawen zêře, xawen zore, eger pîse, eger řeşe, eger bore, le ber çawan zil û zore. derawî demî naxoş bê, dem pîs bê, cinêw firoş bê, dełên pyawêkî zorzane, lifit xoş, gifit řewane; qisey cwane, karî cwane, şarezay şarezayane.

 

barî gelanîş her wase:

řojê ke îslam bawî bû, lenaw gelanda nawî bû, zêřî hebû, zorî hebû, çî bîguta, her ewe bû. mamostakanî řojawa -le fêrge, le zanistigayan, lenaw kořî keyxudayan- karyan lasay musułmanan bû, dabî ewanyan pê cwan bû. keway şořyan deber dekird, ’emameyan leser dekird, eday řazî û ebû’elî û dîneweryan û ẍezalî û kê û kêy dîkeyan derdêna.

çon êsta mamostakanman -ke nedarîn- lasay ewan dekenewe, qerzî kone dedenewe! le cêjneda kiławî lengerî leser; cibey qoł fiş û foł deber; eday řojawa derdênin; urûpayyane denwênin!

desřengînanî xaçperist ke deskirdêkyan řêk dexist, fêłyan dekird. morî «alilh»yan lê deda; řengî îslamyan pê deda. ta wabzanin ew karane hî wiłatî musułmane; karî şam û buxaraye, kirgarî bełx û beẍdaye; estenbûłe, tûse, řeye; karî westay ẍiřnadeye. tenanet xaçî gerdinbend «alilh»yekyan lê hełdekend. ewa êstaş le řojhełatî barkewtû, lenaw gwêçkey gada xewtû, «MADE IN» le deskaryan deden, lasay řojawayyan deken.

bû be şeřî xaçperistan; dû hordû beranber westan. pêk hełpiřjan; têk hełçiřjan. yekyan girt xaçperist û cû. řîzî dujminan pitew bû. îslam lêk cuda bûnewe; berew nezanî çûnewe. siř bûn; bûne maran geste. bûn be sed tîre, sed deste. têk ber bûn û pêk wer bûn; be carêk bê ser û ber bûn.

şî’e û sunnî, turk û ’ereb, fars û turk, turk û beřbeř, le hemû layek bû be şeř. hawdîn be hawdînî dełê: min dademezrêm, to hełê!

her yek lewaneş pêkewe -xobexoyî, benamoyî- şeř û hera û qîřeyane; gîřeyane. her le şî’e çend tîre hes; hîç kes napêwê be řibey kes: nî’metî, sofî, ḧeyderî, şêxî, emel, bałaserî, payîn serî, yekê dwazdeyî, yek heşte. zorî dîş hen. tenanet babî û behayîş, ’elyełłayîş le meydanan herayane! dawayane!

sunnî çwar mezeb, hezar twê, hemûy şîr le yektir deswê; bê tam û xwê. sofî, derwêş, qadrîye, çeştî, nexşî, sorewerdîye, nûrbexşîye. her yekey çend likî heye. pêkewe miştumřyane; lêkdan û qiřeqřyane!

caran ḧeftawdû tîre bûyn, êsta le ḧewsed zyadtirîn; le hemû dem berbadtirîn.

îslam gutî: xuda yeke; qur’an yeke; qîble yeke. keçî ême hezar xuda deperistîn; boye pestîn; boye be dujmin nawestîn. hezaran řûgeman heye. gořî her îmamzadeyek, baregay her şêxzadeyek, şexis, nezerge, qisnekon -řast ya diron- cê çildane û nyazmanin; pêkhênerî daxwazmanin. kawlekon, êsqanî řizîw, datepîw, pwaw, hełwerîw, le çołgan, le dê, le şaran, bûne cê hana û hewaran.

çawwiřawkeranî desbiř, be qisey piřupûç û bin şiř, xuday pakyan, xuday takyan lebîr kirdîn; sûjdeyan bo xak pê birdîn. kangay mêşk û bîryan derdayn; têkyan werdayn, têkyan berdayn. leber şeřî xobexoyî, leber bê řahêł û poyî, kiz bûyn; zebûn bûyn; têdaçûyn; detgut nebûyn!

meẍul hat sûtandî; birdî; kuştî; kirdî herçî kirdî. serêk ma ewsa boy derçû. dewranî (çengîz) beser çû. bełam ême, êmey xewxew, bêhoş, kelela řoj û şew, leser muctehîd, leser şêx, leser def, leser zerg û mêx, şeřman, geřman enayewe, awiřman ne’edayewe.

ta fereng hat. çi bûn fereng? miroxoranî berçawteng. befêł, beceng, qawyan kirdîn; řawyan kirdîn; çawyan bestîn. lew sawe natwanîn hestîn, sist û pestîn.

êmey le gwêy gada xewtû, be sede û sał, mang û ḧewtû -her kost kewtû- serman kase; her nemanzanî çi base. leşwên konekêlan wêłîn; zurk û řeqenan dekêłîn. kêşey konman jyandotewe. towî şeřman çandotewe. ba şen dekeyn! diřû dedrûyn! be serřew berew paş debzûyn.

fele zil bûn; cû bû be şit. beşî êmeş: her qit, her fit, her gizufit. ewan be pîtołî û gizî, zoryan hêna, zêřyan dizî. dij damayn be leřî û kizî!

namo bûne dagîrkerman; paruyan řifand le berman; bûne keyxuda le serman. ewan aẍan, ême jêrdest; ewan desdar, ême bêdest. be ’ezretewe deřwanîn; xoman zor bekem dezanîn. ferengî cwane! zorzane! key ew wekû memanane?!

- ême çîn?

- çînî hejarîn. ewan řastin, ême xwarîn; nalebarîn. hejar zanaş bê, nezane. dara şureyîşî cwane.

wa berey pêgeyştûman -be naxêr- têgeyştûman, şitî xoy lela dizêwe. her le cêwe, be sed şêwe, eday ferengî derdênê; we zwan aẍa demandiwênê. bote meymûn lasakere; «belaş goştî ser çepere».

aẍaş her ewendey dewê, bazařî le birew nekewê. gerekye eday derbênin; xoy çî eka wa binwênin. karekanman, şarekanman, nûseranman, xoneranman, pyawî pîtoł û çazanman, ḧałman, bałman, jyanî naw mał û minałman, jinman, pyawman, gişt û xawman, tenanet leqem û nawman, demelaskeyek lewan bê; ta kilîlman her bewan bê!

bełê dagîrkerekanman, řizq û řozî berekanman, nayanewê xo binasîn. ta wa kasîn, bo wan xasîn. ewan detirsin tê bigeyn, le daw ber bîn û pê bigeyn. ta bê fikir û bîrneberîn, ta le xoman bêxeberîn, bo wan mangayn, espîn, kerîn, bareberîn, şîrman dexon; barman deken; swarman debin; ẍarman deden; le sed berd û darman deden.

- ta dexoy bixo! qełew be! bo karî bêgar pitew be!

- ebînî?

- hîç!

- ejnewî?

- hîç!

- çi debînî?

- bejin û bałay řêkî aẍa le wetaẍa; le qonaẍa. jin û esp û samanekey, camanekey, teşk û daw û damanekey!

- çi dejnewî?

- laf û gezaf û çawřaw, basî goştaw, basî piław, çend şat û şût, giftî çirûk, qaqay biłḧane, qisey sûk.

- xot xerîk ke be derewe! tenya her bîr mekerewe! tê mege çon dizî deka; gizî deka!

dê û deçê bê hest û çirpe; bebê xurpe; wekû mam řêwî; wek gurpe. le cûcełan derfet dênê, bîr û mêşkyan lê deřfênê; be keyfî xoy řayan dênê.

eger gewrekan tê nagen, mêşkyan betałe û pê nagen, ba lawekanman wişyar bin; dujmin binasin, bekar bin; ba hawkar bin. le lasayî xo řizgar ken. le dagîrker xo qutar ken. ba azad bin; ba aza bin. pyawî xo bin; pyawî xwa bin. le heq xwazî řanewestin; tenya pişt be xwa bibestin. her yeke şyawî peristin. hoy bûn û man, ew yekeye. îtir herçêkî tir heye, xałe le pena ew yeke:

xał û sîfrî bê biřanewe.