alḧimd lilh aludud yarim le ’alem diłbere

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 2 minutes  757 views
alḧimd lilh alududArabic yarim le ’alem diłbere
her cêye birdî lêy sicûd, bonî guław û ’enbere
bonî guław û baẍî ne’îm, le gişt ’eyb û ’îlel seqîm
yiḧîy al’izam û hî rimîmArabic, leb durcî le’il û gewhere
leb durcî yaqût û le’il, be řuḧ û can qewl û fî’il
bibim fîday jêrî ne’il, xakî derî tom ber sere
xakî derit burdî yemen, bałayî to serwî çemen
řewşen deka qelbî ḧezen, az du cihanPersian efzeltire
le dû cîhan çatir debê, yar řeḧmî ger der ḧeq hebê
herçêkî bêtin mensebê, kemtir ẍułamî qeysere
kemtir ẍułamit şahî řom, yarim ke řeḧmet bê le bom
le des to ger zehrîş bixom, zewqî guław û şekkere
zewqî guław û şehd û qend, ey nazenîn ře’na û řend
qamet mîsal serwî biłend, ’alem hemûy xakî dere
’alem hemû meḧun lebo ew nazenînî mahřo
awir le qelbim şu’leco, le řahî ḧeq carê were
carê were dił şad bike, lew mîḧnetey azad bike
kuncî diłim abad bike, bew řûmetî řû enwere
bew řûmetî mahî munîr, şahî beşîr û hem nezîr
toy saḧêbî fezłî kebîr, řûyî to şemsî ezhere
řûyî to şemsî řûy bîsat, bo ’asyan her toy necat
’alem bika mediḧ û senat, nayête sebit û deftere
medḧî ḧebîbî zulcelal, însan û cîn fîday nî’al
diłim mîsal kûrey zuxał, ḧubbit le cergim xencere
ḧubbit le cergim tîẍî tîz, ey şaswarî řestexîz
ne řêy hełat, ne řêy gurîz, heyhate řojî meḧşere
le ḧeşrî piř nar û ḧezîn, her toy şifî’ alimzinbînArabic
min namewê xuldî berîn, ta xot nełêy muznîb were
ta xot nełêy muznîb byaPersian, gunahbarim zor řûsya
to bom bike tika û řica, destim be damanit were
destim be damanit byaPersian bo cem’î ’alem pêşewa
mînnet le îḧsanî xuda, nêwî toy na pêẍembere
nêwî toy na hadî û řesûł, şîfa’etî toy kird qebûł
ger şad bikey qelbî melûl, le dû cîhan efzeltire
eḧmedî korPen namey xoş kelam, te’rîfî şay xîr al’enamArabic
ger bê be lefzî to temam, her ḧerfî sed sucdebere