ger to yarî bawefayî, hênde sengîn dił mebe
From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
3 minutes
1049 views
ger to yarî bawefayî, hênde sengîn dił mebe
ya meke kes aşnayî, ya ne lêy ẍafił mebe
ẍafłî ’eyş û me’aşî, be ziban çust û heraşî
her wekû sengî seraşî, lêm be toz û xoł mebe
xot meke ẍerqanî derdan, min mexe jêr barî berdan
řêge bigre mîslî merdan, dił bo aw û gił mebe
aw û gił nexşî dîwarî, bê seda û řeng dyarî
to be dostî aşkarî, duşminî qatił mebe
duşminî bo şêx û şabî,, qatłî ’enqa û ’uqabî
to be me’şûqe ḧîsabî, sakîn û ḧayîl mebe
saknî sedir û nîqabe, herçî hen perde û ḧîcabe
sa’etê duwanim le la be, towî xerdel guł mebe
řaste guł bê xar nîne, herçî ber řûyî zemîne
dił le ḧastî min ḧezîne, mexfî û muşkił mebe
xot meke mexfî le perde, řûyî pakit hemçû werde
to xeberdar nî le derde, yarî nakamił mebe
yarî ba ’eqił û kemałî, baxeber le derd û ḧałî
dił be îḧsan û xîsałî, tûşî bedmenził mebe
menziłî bedxiwah û bedker, meyke mewten yarî diłber
’erzî bê kîşt, darî bêber, baẍî bê ḧasił mebe
baxî bê mîwat û danî, řenc bebade baẍebanî
hênde ba sa’î cîhanî, talîb û ma’îl mebe
talbî dinyay ẍedare, herkesê bîbê be yare
se’î û řencî wî xesare, merdî qet dûdił mebe
suncû û xurma bibîne, nêwřeqî twêkił şîrîne
xot be to û řêḧan biçêne, ’aqîbet pêkuł mebe
kox û qeysî nûr cemałn, her dû merdî bedxîsałn
twêkił xoşî nêwik tałn, tałî xoş twêkił mebe
gwêz û badam her dû canin, ew le sê perdey nîhanin
xot lewan çaktir bizanin, wek îlan qangil mebe
bî debê bê twêkił û perde, ya nîye ya zehir û derde
bî berî çun bêxî berde, wek şîlan çił çił mebe
nek tû şîlan diřû saqet, her çî degrê ber neda qet
ḧez dekey pak bî le ’îllet, mufsîd û muxîl mebe
nek wekû gurgî le geř bî, bo musłimanan bezeř bî
sakîn asa pêstî meř bî, gurgî xwên akîl mebe
herçî mufsîd na’edîln, ew bê řêge û bê delîln
’ebdî şeytanî zelîln, şubrî bê delîl mebe
sofî debê dîn dirust bê, nek le ta’et piştî sist bê
şew heta řoj ḧeqperist bê, qet serî bêdił mebe
eḧmedî korPen name bê wicûdî, ebleh û bê serf û sûdî
kem nimaz û kem dirûdî, wek xirûs deng zil mebe