dił hemîşe meyperiste, bo meyî camî řeḧîq

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 3 minutes  815 views
dił hemîşe meyperiste, bo meyî camî řeḧîq
bê xud û ḧeyran û meste, badenoşe fî aliḧqîqArabic
fî aliḧqîqitArabic badenoşe, dił bezahîr mey firoşe
ger le batîn wa xemoşe, bo xeyałatî ’emîq
bew xeyałatî ’emîqî, fikirî barîk û deqîqî
hate meydanî ḧeqîqî, zeřře zeřře wek deqîq
wek deqîqe ew qyase, çakî dana bew esase
fikirî dana wek eyase, bûn be xeşxan û sewîq
wek sewîqe meẍiz û ferqim, agirî girt teḧit û fewqim
narî ’îşqit bû be tewqim, hełgiřa wek mencenîq
narî nemrûd bo xelîle, teslîmî ḧukmî celîle
fikirî ’alem qal û qîle, can û dił lewda ẍerîq
munferîq bûn ehlî ḧîkmet, bew xeyałî derkî qudret
kanî te’tîl û meşeqqet, wan le butłanda ẍerîq
’atił û batił xeyałn, ḧîkmet û ḧeqmîn mîsałn
mekir û qewlî wan betałn, key dezanin řêy ḧeqîq
řêy ḧeqîqet bû le aẍaz, xom be tesdîq û be awaz
dînî tom hełgirt be diłxiwaz, hatme ser cade û terîq
dîn terîqî ’îşqî toye, lezzetî ew zewqî toye
qumrî asa şewqî toye, bû be zincîr û tewîq
bû be zincîrî se’adet, her dû elfazî şehadet
řêy necate bo qyamet, ḧuccet e’malî nemîq
ḧuccete destî yemînim, ’îşqî to sermeşqî dînim
bûme ’ebdî to emînim, řojî bazařî ’etîq
řojî ewweł çak dezanim, xom fîda kem řuḧ û canim
carêkî xwênî řewanim, bête xwarê wek ’eqîq
wek ’eqîq û duřiř û yaqût, nutqî toye le’il û yaqût
daneyî ełmasî nasût, tacî sułtanan yelîq
duřřî tacî enbyaye, cewherî kenzî ’etaye
bo řesûłan pêşewaye, bo hemû ’alem şefîq
toy şefîqî kullî ’alem, duřřîy yektay neslî adem
bo enbya etoy xatem, bê mîsal û bê řefîq
bê řefîq û bê mîsalî, toy ḧebîbî layezalî
ḧubbî to bû ḧeq me’alî, xełqî kird cumley ferîq
fîrqe fîrqe řojî mîzan, nîk û bed damaw û ḧeyran
bo şefa’et dêne cewlan, yîrḧemuna ya sedîqArabic
ya sidîqArabic min xwar û zarim, ger gunah û zenbebarim
kelbî dergay tom dyarim, ya ḧebîb û ya wefîq
wîfqî toye ḧîfzî řuḧim, lutfî to mayey fitûḧim
ẍerqî nêw tofanî nûḧim, ham lenaw deryay ḧerîq
ẍerqî deryay ’îşqî yarim, min esîr û ẍemgusarim
bê teřeḧḧum se’be karim, cerg û dił lewda ẍerîq
let lete narî derûnim, şerḧe şerḧe ten, zebûnim
wa le dehşet bê sikûnim, zîqe sedir û can yezîq
zîqetî hîcranî tome, ze’feranî řeng û řûme
pêm nemawe ’ar û lome, ḧaşa lîlّh la yelîyqArabic
layqî ’efu û ’etaye, řûy le qapî mistefaye
kwêre eḧmedPen name, bê behaye, ten ze’îf û can řeqîq