aware le seḧrayî ẍem û bê serupa xom

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  658 views
aware le seḧrayî ẍem û bê serupa xom
serta be qedem ẍerqe le tofanî beła xom
mebẍûzî muḧîb û hemû erbab û bira xom
lem ’esre ke xinkawî ẍem û bextî sya xom
bê beş le hemû şadî û hem seyr û sefa xom
ḧeyranim û ser’asîme bê hoş û ḧewasim
da’îm ẍeme xorakim û xûnîne lîbasim
bê agire sûtanî dił û cergî pelasim
řûzerd û serefgendeyî dîdarî xewasim
ey tabî’î ef’alî şeř û nefis û hewa xom
men’im meken îmřo ke le nałan û girînim
bê fîkirî ’îlace ciger û êşî birînim
lam peşme eresto eger ew yare nebînim
muştaqî derî ḧezretî şehsiwarî emînim
bêgane le ’eqił û şeref û hoş û beha xom
bêhûdeye bo derdî emin fîkirî tebîban
letlet buwe cergim be cefay tîrî řeqîban
çarey nîye giryanî dił û çawî ẍerîban
dił řoywe lomem meken ey yar û ḧebîban
dûçawî ẍem û ẍurbet û giryan û cefa xom
kun kun buwe cergim be cefay tîrî melamet
kewtûmete gêjawî ẍem û beḧrî nedamet
lutfê bike lem mewce ke derçim be selamet
řiswa û perêşanim wim ta řojî qyamet
bednawî řeqîbî seg û bê şerit û wefa xom
girtûye temî ḧesret û dił bote demawend
beḧsî mine bo xas û ’ewam bote zemawend
mîḧnet diłî dagirtim û lêy bote qełabend
şadî le minî xeste bebê fils û beha send
bê ’eqił û şi’ûr derbederî deşt û çya xom
řeḧmê bike tuxuda be minî xeste û biryan
dîdim hemû fewtawe leber coşşî giryan
me’wîse le lutfî hemû erbab û řefîqan
’asîPen name m û peragende û diłzar û perêşan
şermende û damaw û ẍerîb ẍerqî xeta xom