ẍem hat û fereḧ řoyî û êstake ḧezînim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  657 views
ẍem hat û fereḧ řoyî û êstake ḧezînim
baweř meke bew jyane ke ew yare nebînim
te’sîrî şeřî kirduwe hîcranî le dînim
meşhûre le afatî cîhan ahuyî çînim
te’qîbî diłî kirduwe wek dujminî xwênim
bê hûdeye wa derçû ke em care le çare
egrîce legeł perçemî wa bûne seyare
řeşmawî dû zułfî wekû sêdare le dare
meqsûdî leser kuştinî min bû be qenare
fewtî sere em def’e wekû çawî debînim
teqdîrî ezel waye ke lem řûḧey berî bim
xwênim biřjê şahîde bo řojî ḧesîbim
herçende ke bêçare û damaw û ẍerîbim
fexrêke le em cêjne ke qurbanî serî bim
ew xwêne biřêjê be dił û cerg û birînim
wek we’dî wîsałî le emin kirduwe te’xîr
teḧrîkî řeqîbî sege lêy kirduwe te’sîr
çend def’e ke ’eybî minî bo kirduwe teqrîr
şimşîrî biroy ’alemî pê kirduwe tesxîr
řeḧmî nîye yek carî be giryan û girînim
sed nawî xuda bê le qed û sîneyî baẍit
meftûne le gułzar û çemen lale le daẍit
yarebbî neşêwê heres û zewq û demaẍit
carêkî be lence were bo seyrî nesaẍit
ta serwî qed û gułşen û gułzarî bibînim
wek zuhre le metle’ serî hênawete der
wa mişterî dił qîmetî xoy nawete ser
řûḧî wekû destimaye ewa nawe teber
çend kes leser em řêye debînim ke bebê ser
me’lûme ke ew derde minîş wexte bibînim
dêwaneyî dił destî ke kirduwe bereqasî
lam şêtîye lem bezme çe umêdî xelasî
hatote ser em gêje be ’înwanî ẍewasî
em bendeye lem ’esre ke meşhûre be ’asîPen name
bêhoşe diłî min le cefay wesłî emînim