ḧemdî zatî bê şerîk û xalîq û subḧanekem

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 3 minutes  851 views
ḧemdî zatî bê şerîk û xalîq û subḧanekem
şukirî nî’met bo temaşay ayetî qur’anekem
îqtîday qewlî seḧîḧî fexrî îns û canekem
řû le beytulla û şer’î nasxî dunya nekem
pêřewî bûbekir û faruq hem ’elî û ’usmanekem
şukirulîla dił ke kewte ḧełqeyî dawî kemend
bote seydî şahbazî padşahî ercumend
ḧezretî ’ettarî sanî xwaceyî hîmmet biłend
bû be destigîrim le ’uqba cênşînî neqşibend
fexre bew kemtir ẍulame bazekey geylanekem
bê newa û derdimend û bê mu’în û bê kesim
wa bebê agir desûtêm sînerîş wiqaqnesim
’aşiqî zîba řuḧêkî suxme zerdî etłesim
wek ’ela’eddînî sanî bote şay firyadresim
řûyî îstîmdad le qutib û pîrî hewramanekem
bo tewawî dił tebîbî wek sîraceddîn bibê
řojî qyamet piştîwanî wek beha’eddîn bibê
bo şewî ẍefłet sureyyay wek zya’eddîn bibê
bo necatîman leşeytan şahî necmeddîn bibê
řû be mecbûrî le qapî ḧezretî sułtanekem
toy ke ẍewsulmustemîddîn ferqî çîye nêzîk û dûr
em diłey pet ke be carê bîxe řêgay şarezûr
ta nebote ḧepsî xak û luqmeyî çend mar û mûr
bê wîsałit lêm ḧerame cennet û ḧûr û qusûr
arezûy dîdarî to û xalîd û ’usmanekem
ger eto lutifit hebêtin namewê qet qewm û qîl
agirî lutifit ke hełkey hîmmetîşt buwe delîl
kafîye ger to nezerkey ten debête utmobîl
cêjnî qurban gerçî řoyî ey şehî mewla delîl
min le jêr damênî pakit řûḧ û ser qurbanekem
řoj û şew şadîm nemawe ’aciz û wêrane mał
wa ledest ẍem derbeder bûm sîne řîş û dił betał
bûme cêy lomey hemû kes bêkes wi’aşfite ḧał
wextî îstîmdade emca çunke mawim bê mecal
bo diłî xomî birîndar îltîcay dermanekem
wek filatnihirArabic ke hatuwe bo îcabey sa’îlan
sa’îlêkî bê newam ey padşahî ’adîlan
hatme jêr damênî ’efut min be wêney qatîlan
ger nekey řeḧmê be ḧałim deçme řîzî muflîsan
da’îma dił piř le şeřiř û fîkirî çend ’îsyanekem
na umêd řoyn le qapît lam meḧałe bê diro
bê ḧeya û şerim wişekîbî pêm denûsê giftigo
sed derim key na’îlacim dêmewe xizmet eto
lutif fermû bełkû ’asîPen name řêy bo amuşo
xakî berpêt bo tedawî min le serçawanekem