wek temaşay serwî qeddî diłberî cananekem

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  703 views
wek temaşay serwî qeddî diłberî cananekem
yane meylî wesłî leyl û ẍunçey xendanekem
herwekû mecnûn le daxa řû leser herdanekem
ey musłimanan bizanin řoj û şew giryanekem
agirî dûrî ke kewte sîneyî biryanekem
padşahî ’îşq hat û leşkirî hêname ser
cezbî meqnatîsî ḧusnî cergî wa hênameder
boye wa bêdił desûřêm bê newa û derbeder
bêkesim kewtûme dawî diłřifênî quřbeser
boye îstî’fa le dunya û dewłet û hem jyanekem
min ke sergeştem le dunya wa mezanin bê diłim
da’îma ẍerqî xeyałî mewsîmî wesłî gułim
’alem eyzanê le dewrey lêwî ẍunçey bulbulim
wek be umêdî temaşay lalezar û sunbulim
řû le egrîce û du zułf û perçemî řeyḧanekem
boye bazařim le baẍ û gułşen û lale û çemen
derdî dûrî hate naw dił kirdîye darulḧezen
namewê jyanî le dûrî dewłet û mał û weten
qet beyar nabin le cwanî seru û lale û yasemen
le’lî kułmî wek debînim ẍeybetî mercanekem
min le mestî çawî mestit mestî badey diłberîm
saḧîbî nezmî řewan û şi’rî duřiř û gewherîm
cewher efroşim be qurban wa mezane serserîm
zuhre řû hatûme sewda bo wîsałit mişterîm
mamłetîş qurban be ’eqił û řûḧ û qelb û canekem
wişke sofî boye da’îm diłreqin hem diłreşin
cumleyan lem ’îlmî ’îşqe zor nefam wibê beşin
qelbî qelbyan bê řewace çunke giştyan řû keşin
seyrî ken ’aşiq le ḧusa wek gułêkî řû geşin
boye teḧsînî wezîfey ’aşiq û řendane kem
boye lem beḧre be da’îm gêj dexwa wek masîye
’îşqibazî řêy necat û cadeyî xwa nasîye
zahîdî xud bîn ke çunke dîlî nefsî qasîye
řoj û şew ẍerqî xeyałî ’eyb wi’arî ’asîPen name ye
xo minîş teḧsîlî ’îşq û xizmetî xûbanekem