eḧey kiřnû le suleymanî îşî taybetî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  445 views

«eḧey kiřnû» le suleymanî îşî taybetî ewe bû ke şerbetî efroşt, wekû qise kirdinî ’entîke bû, ser û gwêlakîşî her’entîke û bezim bû, nêrekerêkî hebû hemû car pêwey eçuwe derewe. ḧekîmîy be serewe ekird û egeyştewe şarbajêř, barî ekird le mêwje řeşke û eyhênayewe û eykird be şerbet û eyfiroşt. ke tewaw ebû boy der’eçuwewe. cêgeyan nebû le mała. nêrekerekey le berdukaneke ebestewe û ka û coy ekirde berî û xoyşî le naw dukaneke her şerbetî ekird. gobend leweda bû legeł em bangî ekird: «şerbetî sard wişîrîn». nêrekerekeş lewlawe destî ekird be zeřîn! xale ḧemed beme zor têk eçû, řojêk her pelamarî nêrekerey da û camanekey le serî xoy kirdewe û bestî be ser nêrekerekewe. řeşmekeşî le milî ew kirdewe û kirdye milî xoy û nêrekerekewe. nêrekerî birde naw dukaneke û pêy wit: «de segî segbab eger to şerbetfiroşî fermû bizanim çonî efroşî?» emey pê wit û xoyşî çuwe ser ka û coke! emca nêrekerhîç niqey ne’ekird. emîş bangî ekird: «de segî segbab, şerbet bifroşe ta minîş dest bikem be zeřîn, xo şeqim bird».