komełêk bûyn le lay westa beşîr...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  417 views

kořêk bûyn le lay westa beşîr danîştibûyn. hadî sa’ib hebû, ewêş hat, wîstî bête jûrewe. westa lûtî pya nehêna; ew her gwêy nedaye. emca pêy wit: meyere jûrewe. ew her gwêy nedaye û hat. paşan westa hesta destî na be singyewe û lêyan bû be şeř leser nehatne jûrewe. hadî her hate jûrewe witî: bê qeza bî eme çîye be carê naxoşt kirduwe, key gałte wa ebê! le kořekeda mamosta řefîq ḧîlmîş hebû, hadî tikay bo yekêk ekird le lay ew, mamostaş pêy wit: «dek mubarek nebê! to xot êskit zor sûke emca nobey yekêkî tire». hadî her neyxiste xoy witî: «bê qeza bin, eme çîye hemûtan fêrî gałte bûn».