melayek lew kwêstane eçête her dêyek le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  504 views

melayek lew kwêstane eçête her dêyek le paş şeş ḧewt řoj bar eka û erwa. îtir her beweda řa ega bar ka û koç û bar bixa. le axra dû gwêrîjî ebê, şit û şatałî małekey enê le gwêdrêjêkyan û melajin û bêşkekeş exate ser ewîkeyan û dê be dê esûrêtewe. eçête her awayyek le qerax awayî epirsê: em awayye melay heye? eger wityan heyetî ewa hîç be bê ewe la bida lê eda eřwa. xo’eger wityan nîyetî ewa la eda!

řojêk be ser lacana ehate xwarewe, řêy kewte gundêk. pirsî em gunde melay heye? wityan ne. witî: ke wate çar nîye, ebê bibim be melay em gunde. koç û barî xist û xełkî awayyeke lêy kobûnewe wityan: babe: «ême melaman nawê». witî: «kuře êwe qisey seyr eken melaman nawê yanî çê? min wacb buwe le serim ebê danîşim, ca îtir ba êwe herbiłên melaman nawî».