ḧese bê lûte hebû le suleymanî zor...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  518 views

«ḧesebî lûte» hebû le suleymanî, zor ḧezî le zemawen û hełpeřkê ekird, lerzokîş bû, ke eybîst şayyek le «serşeqam» heye, em ser le beyan be lerzelerz le «mełkendî»yewe boy be řê ekewt ta eçuwe ser zemaweneke ewan le nîwey ebûnewe. ke çuwe ewê, ewa hełpeřkêye, em xerîkî piştênekey ebû û řêkî exist, be demîşyewe eyut: «dey biranim, dey xerîk bin, wa hatim, êste botan germ ekem». ke le piştênekey ebowe xerîkî řêkxistinî feqyanekey ebû. leber ewey lerzok bû, boy řêk ne’exra. bem bonewe êgcar zor pêwe ebû. ta emaney ekird, şayî lê ebowe û xełkeke biławeyan lê ekird! emîş be henasey sard egeřayewe, qet boy řênakewt carêk be zemawenêka bigat.