pyawêkî dewłemend espêkî çakî hebû win...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  485 views

pyawêkî dewłemend espêkî çakî hebû, win bibû, cařçî bo girt ke her kes bîdozêtewe sed qiřan mujde werbigrê, kabrayekî kurd be pelepel çû û witî: «aẍa espî cenabit gûm buwe û řaste fermûte herkes bîdozêtewe sed qiranî edemê?» aẍa witî: bełê, îşełła dozîwtetewe. kabra witî: «nexêr nemdozîwetewe. her boy egeřêm, bełam hatûmete xizmetit, bełke pêşekî «penca» qiřanêkim bideytê, heta be xêr eydozmewe».