’êzetî tel le suleymanî lîreyekî dabû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  448 views

«’êzetî tel» le suleymanî lîreyekî dabû be «’elye turke» bîba boy wird katewe. ewîş eřwa win ebê. le paş çwar řoj ’êzet çawî pêy ekewêtewe. ełê: ’elî kwa lîreke? ewîş ełê: «eme sê řoje be şwênta esûřêmewe, were ta ḧisabeket bidemê ». ’êzetîş ełê: ’elî ḧisabî çî? lîrem pêdawî bom wird keytewe, îtir ḧisabî çî pê ewê? ełê: «axir bê qeza bî, axir sebirke, her ew řoje çûm bom wird kenewe hejde taranîm lê da be kebab xwardim». ewîş ełê: başe baqyeke bêne. ełê: « bê qeza bî! axir sebirke ta ḧisabeket bidemê». hejde taranîşim da be cûtê kewş le pêm kird. ełê: başe ewî tirî bêne. ełê: «axir qurban to tozê aram bigre heta be puxtî ḧisabeket bidemê». ełê: kuře ẍezebî xwa, ḧisabî çî? min key ḧisabim legeł to heye, lîrem pêdawî bom wird bikeytewe, îtir çi ḧisabêk heye? ’elîş ełê: «hoho, bê qeza bî! to gwê bo pyaw řanagrî». ’êzetîş ełê: adey fermû. ewîş ełê: «ey eme sê řojîşe be şwênta esûřêmewe bo ewe baqyeket bidemê, axir nałêyt be çî jyawe? lem sê řojeda xo gûm nexwarduwe, ewî tirîşim xerc kird. ewa êsta ber çawim kewtî, hîç nema bitdemê! min ełêm sebirke ba ḧisabeket bidemê -selamit bî!- to herwa le hemû şitêka be peley». ’êzetîş ełê: «dek řût řeş bê boxot û bo lîreyek ke bot wird kirdimewe».

qise dê qise ebřê, em ’elye turkeye posteçî bû le telxane leber destî ’êzeta.