ḧacî îlxanî dêbukirî eçê bo sabłax...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  474 views

ḧacî îlxanî dêbukirî, eçê bo sabłax. eḧmede kele û çend xizmetkarêkî tirî legeł ebê. hercare ke biçwaye bo şwênêk xizmetkarêk ebû be kîsedar û ebwaye pirsîşî be ḧacî îlxanî bikirdaye ke çî exwa. em care eḧmede kele bû be kîsedar û mesrefçî û em řewştey ḧacî îlxanîşî ne’ezanî. řojêk lêy epirsê ełê: aẍa êwarê çî exoy? ewîş be tuřeyyekewe temaşay eka û ełê: «gû exom». kabra le paşa tê’egeyenin ke tebî’etî ḧacî îlxanî waye. waqî wiř emênî, eger nayhênê ezanê be bê şik eykujê, eger eşîhênê her nakirê.

naçar eçîte bazař, hendê kulekey genîw ekřê û sûrî ekatewe. êware legeł şitî tira day’enête berdestî, ḧacîş seyrêkî eḧmed eka û parwêk le kuleke bogeneke exwa û ełê: «gêle be gwêşim eka gûm bo dênêt, de layben, layben». îtir eḧmed bew core xoy le kuştin řizgar eka.