mela celalî mu’iz kuřêkî hebû nawî ḧeme...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  491 views

mela «celalî mu’iz» kuřêkî hebû nawî ḧemeḧesen bû. řojêk eçê be serya seyr eka, wa ḧemeḧesen «gwêzanlem yaryeda sê gwêz îş eka: yekêkyan eweye ke yarîkereke be destyewe û pilekey pê ehawêjê, emeyan pêy ełên «sere». ewanî tirîş ke be řîz danrawin, hî here pêşûyan pêy ełên «mêş», hî here dwayyan nawî ḧec-e. ca ew kese ke pilekey ehawêjê, le wextî hawîştina eger witî: «ser û mîş û ḧec», îtir ew sereye ber her gwêzê bikewê, eyxiwa.» (mûşîn) eka. lew kateda ke em eçê ḧemeḧesen pilekey ehawêjê û ełê: «ser û mêş û ḧec». melacelal eygirê tîrupiř eykutê. xełkî dên le jêr çingî derdêdênin û pêy ełîn: mamosta besyetî îtir wazî lê bêne. ewîş sûr ebêtewe û ełê: «axir min be lay xomewe mela celalim pê êjin; çon ebê ḧemeḧesenî kuřî min bêjî; ser û mîş û ḧec».