ḧacî mela řesûłî dîlîjeyî mela eḧmedî,

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  537 views

ḧacî mela řesûłî dîlîjeyî, mela eḧmedî kuřî le suleymanî hełhatbû. le paş maweyek şew le nawêk be dizîyewe hatbuwewe. înca ḧacî mela řesûł her bew şewe eçû be geřekekewe esuřayewe, herkes tûşî ebû eyut: «toyş wekû eḧmedî kuřim wayte, eḧmed hatotewe deng meke». ’esakeşî dirêj ekirdewe û eyut: «řusêkîşî kuştuwe». ew şewe ta kewte beyanî xoy hemû kesêkî têgeyand û be hemû kesîşî ewt deng meke. beyanî ke řoj bowe, leser demşiřî ḧacî mela, hatin mela eḧmedyan girt.