le qisey gwê agirdanî kurdewarîye ełê...
le qisey gwê agirdanî kurdewarîye ełê:
carêk «enewşîrwan» û «bextek»y wezîrî be qerax şarî «meydan»da egeřan, ew serdeme enewşîrwan pyawêkî zor sitemkar û «załim» bû, hemû wiłat û memleket leber cewrî ew bibû be wêrane û ehlekey hemû tefrutuna bibûn, ke çûne qerax şareke, seyryan kird hemûy kelawe û wêrane bû. enewşîrwan seyrî kird bayequşêk leser dîwarî kelaweyek nîştuwe û řûy kirdote bayequşêkî tir, kewa beser dîwarî kelaweyekî tireweye, kilkî heł’etekênê û beser ewî tira exwênê, ewî tirîş bew core heł’estêtewe wełamî edatewe. bextek le zimanî hemû ciřucanewerêkî ezanî, enewşîrwan řûy tê kird û witî: «bextek ewe ew kune pepwane ełên çê?» ewîş witî: «şahim, çît ’erz bikem şitêkî wa nîye.» witî: «nabê her ebê pêm biłêyt!» witî: «şahim natwanim ’erizit bikem, eger hîçim lê nakey, ’erizit ekem!» witî: «lejêr sêberî minay metirse.» inca bextek witî: qurban ew bayequşeyan daway kiçî ewî tiryan eka bo kuřî xoy, ewîş daway mareyî lê eka. enewşîrwan witî: ca daway çî lê eka? witî: qurban ełê ebê sed kelawe bikey be mareyî kiçekem. şa witî: ew çî cwab edatewe? witî: qurban ełê: ta enewşîrwan padşa bê û bextek wezîr bê, newek sed kelawe, bełkû hezar kelawe be pûłêk.
enewşîrwan tasêk birdîyewe û witî: çon min wam lê hat ke peleweřîş le zułim û sitemim bikewne qisekirdin û basim biken? êtir neçû bo geřanekey. her lewêwe geřayewe û ew řa û řewştey, ke ta ew wexte heybû hemûy fiřê da û destî kird be dadperistî û wiłat awedankirdinewe û zincîrî ’edałetî řakêşa û bû bew enewşîrwaney ke pêy dełên «enewşîrwanî ’adił»!