carêk dû kabra le beynî dû şaxa řêgrî...
carêk dû kabra le beynî dû şaxa řêgrî eken, karwançî tûşî ebê be tûşyanewe, řûtî ekenewe û dêne ser ewey ke bişîkujin, kabra gelêkyan lê epařêtewe ke neykujin û her şitumekekey lê wergirin û lêy biden biřon heta em zyatir epařêtewe ewan zyatir tûře ebin, pêyan ełê: «kuřîne! xwa řeway heqî nîye lexořayî boç emkujin? xwa em heqe win naka û tołetan her lê ekatewe.» ewan lem qiseye ewendey tir şêt ebin, ełên: tołey çî û heqî çî? kwa kê heye lem deşte çołe, ke bitwanê heqî to werbigrê? eme ełên û pelamarî eden bîkujin! lew kateda ke eyanewê bîkujin dû «kew» lemberî şaxekewe heł’efiřn bo ewberî şaxeke, kabra řûyan tê eka û ełê: «kewekan be şahîd bin, em kabrayane lexořayî û be naheq minyan kuşt! eme ełê û gyanî der’eçê!»
çend sałêkî zor beser em karesateda tê epeřê û kabra wekû kujra xwênî herwa řoyî. řojêk ew dû kabraye ke em çend sałe her îşyan cerdeyî û pyawkuştin buwe, be mîwanî le wiłatêkî dûr, lew kwêstane řêyan ekewête małî aẍayek û le dîwexana da’enîşin, aẍa zor xizmetyan eka û be dewryana dêt, nayannasê ke emane cerde û řêgirin, şewê nan da’enrê piław û goştêkî zor dête nawewe. kabrakan, seyr eken wa dû kew be saẍî aweřût kirawin û sûr kirawnetewe û leser dewrîye birinceke danrawin, yekêkyan be zerdexeneyekewe seyrî ewî keyan eka. aẍa ełê: aya naneke xirape? eger xirapîş bê ebê bibûrin! yekêkyan ełê: newełła leber ewe nîye nan û xwanêkî zor řêkupêke, bełam zerdexenekeman yadgarêk bû le beynî xomana, ke êsta em kewanem çaw pê kewt, ew yadgarîyem hatewe bîr, boye pêkenîn girtimî.
nan xura hełgîra, bełam kabray xanexwê ew zerdexeneyey kabra le diłya bû be girê û le diłî derne’eçû, dîsan řûy tê kirdinewe û witî: fiłanî, zor ḧez ekem le semerey em pêkenînet têm bigeyenî, çunke min herwa çote diłmewe ke be nanekey min pê kenîwî! kabray mîwanîş ke zanî waye witî: to diłit hîç neka, meseleke emeye: min û em hawřêyem çend sałêk lemewpêş lew wiłate řêgrîman ekird, le şîwêka tûşî kabrayek bûyn řûtman kirdewe. sereřay ewe hatîne serkuştinîşî, kabra zor pařayewe ke neykujîn, lew kateda ke kuştiman dû «kew» bewêda tê peřîn, kabra eqłî wa bû hat řûy kirde kewekan û witî: «kewekan! êwe şahîd bin ke em pyawane be naheq min ekujin!». ke emey wit îtir gyanî derçû, êstaş ke çawim bem dû kewe sûrukiraweye kewt, ew karesatem hatewe bîr û be hawřêkey xomim wit eqłî ew kabrayet bêtewe bîr ke eçû leber bêdesełatî şitî wekû emaney ekird be şayet! egîna xwa heqe nan û xwanî to hîç bê tifaqîyekî têda nebû.
kabray xanexwê tozê serî daxist û paşan serî berz kirdewe û witî: kuřîne! êwe ewanen ke kewekan şahîdyan lê dawin? wityan: çon? witî: wa em kewe sûrkirawane êsta be minyan wit ke em dû kabraye leser hîç û be naheq ew pyawe bê gunaḧeyan kuşt, îmeş şahîdîn, ke wate ebê le xwênî ew pyaweda byankujîtewe û neyełî derçin! kabrakan wityan: çon şitî wa ebê? eme qiseyeke kon buwe û ême gêřamanewe, to çon ebê be şitî wa biřwa bikey? eme her demeteqêyek bû kirdiman!
aẍake witî: be serî êwe hîç çar nîye û kewekan şayetyan lê dawin û xoyştan be demî xotan wittan, xwênî naheq nařwa û sitemî nabecê ta ser nabê. meselî kurdî xomane ełê: «załim zewałî her bo ega!» wełła neyhêşt řoj bibêtewe herdûkyanî na be nîşanî tifengewe. ca emeye encamî cewr û sitemî naheq.