miḧemed mela şerîf boy gêřamewe witî...
miḧemed mela şerîf boy gêřamewe witî:
melayek hebû lay ême kitêbêkî destinûsî konî gewrey girtibû be destewe, mutałay ekird, be tewawî tyaya kułabû, kitêbeke xoy be xetêkî dirişt nûsrabowe. perawêz (ḧaşye)yişî hebû be xetêkî zor wird nûsrabowe. pyawêkîş her lew gunde bû, «sofî ḧesen»yan pê ewt. zor be dîn û hemû wext her le xizmet mela û feqêkana bû. lew wexteda ke mela mutałay kitêbekey ekird, emîş çû le bin destîyewe hełtuta û seyrî mela û kitêbekey ekird, melaş leber xerîkbûnî xoy, hîç agay lem nebû. sofî ḧesen le paş seyrkirdnêkî zor witî: «mamosta ewe dezanî ew xete diriştane bixiwênîtewe?» mamosta witî a. sofî witî: «ey kisok mela!» emca witî: «her henûkeş dezanî wirdekanîş bixiwênîtewe?» mela witî: a. witî: «ey beraz mela!» melaş hîç, niqum buwe û agay le hîç nîye.