sałêk kwêxa namq hebû tîlekoyî bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  610 views

sałêk «kwêxa namq» hebû tîlekoyî bû, lew deşt gwêy sîrwane xistibûyan, kuřêkî xuşkezay hebû tełaqî xwardibû. bo em meseleye hatne lam le «beẍda». minîş kuřêkî tirim la bû, emane ke le şêrwanewe xistibûyane berecûtêk le awayî «kelar»ewe dûr bûn, le paş pirsyar û wełamêkî zor «kwêxa namq» witî: «bêjim çî! em kuře negwetyesî. her małman tozê lewlatrewe bwaye, le awayî kelar tełaqî wa bwaye qiniçkêkî ne’ekewt, ke çî îsta be naçarî kewtime şwênî we wiłatana û yekêkîş cwawêkî řastim nada be destewe!»