melayek hebû dewrî gencî be serbirdibû û...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  578 views

melayek hebû dewrî gencî beser birdibû û boy nelwabû jin bênê, her wanêkekey heł’egłofit! pîr bibû û piştî koma bowe û ew wexte, be nesîbî hemû layek bê!, jinêkî bû be nesîb! şewê bûkî bo kiraye perde. bûk etut beçke horîye! mela her be dewrya heł’esûřa û hîçî bo nekira, bîlamanê wanêkekey hêzî řastibûnewey tya nemabû! ca eyda be řanî xoya û eyut: ax bo kêrekey şerḧ muẍnî «şerḧ muẍnî» kitêbêkî «neḧu»e, feqê le wextî suxteyetîda eyxiwênê. ew dewre ke ew kitêbe exwênî heřetî gencêtîyetî wanêkeke lew dewreda sac esmê, ca em daxî bo ew dewreye heł’ekêşa!! beyanî her wekû xoy hate derewe!